Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku Tirkiye bi SÎHA'yan êrişî Bajaroka Axceler a naveçya Çemçemal a Silêmaniyeyê kir. 
 
Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Rojnews’ê, Balafirên Bêmirov û Biçek yên Tirkiyeyê (SÎHA) gundê Çinartu ya girêdayî bajarokê Axceler a navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê bombebaran kiriye. Têkildarî xesara piştî bombebaranê çêbûye tu agahî nehatin pervekirin. 
 
Herwiha Tirkiye di 27’ê kanûnê de jî bi hemen awayî gund bombebaran kiribû.