ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN

img
* Hevberdevkê HDK'ê Çengîz Çîçek, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn yên li Tirkiyeyê yekane kesê ku bibe bersiv Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên lezgîn tekane muxatab Birêz Abdullah Ocalan e. Li gorî vê rastiyê em ê sala 2024'an bikin sala mezinkirina rêxistinbûyînê." 
 
* Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku divê rêveberiya nû ya piştî hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr ava bûyî statuya wargehê nas bike û ambargoyê rake.
 
* Parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku cînayeta Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin, weke komkujiyeke malbata Şenyaşar û Dedeogûllari ye û got: “Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hatiye qetilkirin.”
 
* Girtî Sûdan Guven a 3 car in cezayê wê dirêj dikin û wê serbest bernadin, bi nexweşiya pençeşêrê ket. Dayika Sûdan Guven Gulistan Guven, bang li rayedarên hikûmetê kir û got: "Keça min bidin min ez ê wê derban bikim."
 
* Endama Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan û girtiyên di gireva birçîbûnê de ne axivî û diyar kir ku di serdanê de girtiyan ji wan re gotiyê heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya wan bidome. 
 
* Li Wanê bi sermayê re nexweşîn jî çêbûn. Welatiyên nexweş dikevin ewil berê xwe didin etaran. 
 
* Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-17.00)