Zem li heqê rê û piran hate kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala nû de zem li heqê rê û piran hate kirin. 
 
Midûriyeta Giştîya Rêyên Bejahiyê (KGM) daxuyand ku li gel têketina sala nû zem li heqê derbasbûna pir û rêyên bejayî hate kirin. Li gorî daxuyaniya li ser hesabên medya dîjîtal hatiye kirin, li rêyên bejayî yên KGM lê dinêre heqê derbasbûnê rêyên bejahiyê ya herî erzan bû 9 lîre, herî zêde jî bû 85 lîre, bihayê derbasbûna piran a yek alî jî ji bo otomobîlan bû 15 lîre. 
 
Zemên hatine kirin dê ji îro pê de derbasdar bibin.