Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:27 31 Kanûn 2023
  • |
img
MÛŞ - Di encama serdegirtinên malan ên li Mûşê de 2 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Mûşê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de deriyên malan hatin şikandin û alavên malbatan hatin belavekirin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Mucahît Kiliç û Serhat Yildiz hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat diyarkirin ku Kiliç û Yildiz birine Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê.