Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 15:54 30 Kanûn 2023
  • |
img

WAN - Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihat ragirtin û salek bû ji ber penceşêrê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 

 
Naîf Aybar ê 63 salî ku ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dihate ragirtin, di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Aybar beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihate dermankirin. 
 
Cenazeyê Aybar ji bo otopsiyê anîn Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi. Piştî kar û baran cenazeyê Aybar ji aliyê konvoyeke qelebalix ve birin gundê Dêr ê navçeya Elbakê û li wir veşartin. 
 
Hate zanîn ku tevî hemû serlêdanên li nexweşxaneyê, dozgeriyê û Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin kirin Aybar nehatiye berdan.