Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket

  • rojane
  • 15:10 29 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebaran dewleta tirk a li dijî Qamişloyê de xisareke mezin gihiştibû Dibistana Lehdo Mesûd û dibistan ji xizmetê derket. 
 
Dewleta tirk di 25’ê kanûnê de li dijî gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn. Di êrişan de nexweşxane, dibistan, febrîqe û tesîsên petrolê hedef hatin girtin. Di encama êrişên li dijî Qamişloyê de xisareke mezin gihişt 3 dibistanên li nêzî cihê êrişan. 
 
ANHA’yê; dîmenên Dibistana Îbrahîm Henano, Dibistana Lehdo Mesûd û Dibisstana Bint Cibêlê kişand. Ji van dibistanan Dibistana Lehdo Mesûd ji xizmetê derket. 
 
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk ên di navbera 23-25’ê kanûnê de li herêmên Cizîr, Firat û Efrîn/Şehbayê 712 dibistanan karûbarê perwerdeyê daye sekinandin û 89 hezar û 418 xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê hatine mehrûmkirin.