Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin

  • rojane
  • 08:55 29 Kanûn 2023
  • |
img

SÊRT - Li Sêrtê gelek siyasetmedarên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin. 

 
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Ferhat Başkurt û Muazzez Bulga, endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek, Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Rahîme Kaysî, rêveberên Rêxistina DEM Partiyê Takyedîn Alver û Kiymet Mut û Elîf Akan hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin li Mimdûriyeta Emniyetê ya Sêrtê tên ragirtin.