Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin

  • rojane
  • 19:27 27 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Di doza der barê teqîna li Pasûrê de ku 7 kes miribûn, hat xwestin ku der barê hevşaredar Fatma Ay û Fatîh Taş ên ji peywirê hatin girtin de biryara beraetê bê dayîn, lê her du hevşaredar bi "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin. Her wiha dozger xwest 8 caran cezayê muebeda giran û 12 caran jî cezayê muebedê li Kendal Barût ê daxilî dosyeyê hat kirin bê birîn. 
 
Di 12'ê Îlona 2019'an de li gundê Beyrok ê Pasûr a Amedê teqînek çêbû. Di teqînê de 7 kes mirin. Piştî vê bi îdiaya ku di bûyerê de kemçeya şaredariyê hatiye bikaranîn doz hat vekirin. Danişîna dozê ya der barê Hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Ay û Hevserokê HDP'a Navçeyê Mehmet Abîdîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay ê di teqînê de xizmekî wî mir, Endamê Meclisa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û Kendal Barût ê PKK'Yî yê paşê daxilî nava dosyeyê hat kirin de, li Dadgea Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat lidarxistin. 
 
Di danişînê de meqama îdiayê xwest bi sûcê "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" 8 caran cezayê muebeda giran û bi sûcê "kuştina bi qesdî" 12 caran muebed û bi sûcê "endmatiya rêxistinê" jî 15 sal ceza li Kendal Barût bê birîn. Her wiha dozger xwest di doza teqînê de der barê hevşaredar Fatma Ay û Fatîh Taş de biryara beraetê bê dayîn û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jî ceza li wan bê birîn. 
 
Parêzeran di danişînê de ji bo parastinê doza wext kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 1'ê Adarê kir.