Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 18:14 27 Kanûn 2023
  • |
img
 
 
SEMSÛR – Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dan û got ku armanca êrişan kurd in. 
 
Rêxistina Bajarê Semsûrê ya Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de li konteynira ku partî lê ye da. Endam û rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn ve hat xwendin.
 
Coşkûn anî ziman ku Tirkiye cihên sivîlan û binesaziya herême hedef digrê û wiha got: "Tenê îsal 117 êrişên hewayî ji aliyê balafirên şer ên tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin. Di van êrişan de 86 welatiyên sivîl hatinê qetil kirin. Diyar e ku hedefa sereke ya êrîşê Kurd in. Ev êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê, ku yekser piştî pevçûn û windahiyên lêşkeran pêk hatin wê êşê kûrtir bike. Gelên Tirkiyeyê êdî ne bi polîtîkayên şer dixwazin pirsgirêka Kurd ber bi xitimandinê ve biçe, lê belê daxwaza çareseriya bi rûmet a demokratîk û aştiyê dike. Weke 40 salin me bi êş û jan dîtiye, şer û pevçûn ne li berjewendiya civaka Tirkiyeyê ye, em dibêjin dev ji polîtikayên şer berdin. Divê di zûtirîn demê de ev êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên rawestandin. Ji ber vê yekê em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û hemû dijberên şer dikin ku bikevin nava liv û tevgerê. Em dikarin bi hev re vî şerî, êş û mirinê rawestînin."
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya "Şer nabe, êdî aştî" bi dawî bû.