Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin

  • rojane
  • 19:59 26 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, li Rojava êrişê mal û kewarên xurekan kirin û di êrişan de kesek birîndar bû.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ji 23’yê Kanûnê de ye didomin. Li Girê Ziyaretê Colî ya 4 km ji Girkê Legê ya girêdayê Qamişlo dûr e kewarên genim hatin bombebarankirin. Hat diyarkirin ku êrîş didome û hr wiha li hember herêma Hîzama Bakur a Qamişlo jî êriş didomin.
 
Li Şedadê topa hat avêtin îsabetê malekê hat kirin û kesê bi navê Salîh El Salîm birîndar bû.
 
Li hember noqteya kontrolê ya Neîmetlî ya li ser riya Qamişlo-Tirbespiyê û taxa Elaya ya Qamişlo êrîş pêk hatin. Tirkiyeyê li Kobanê jî êrişê du noqteyên kontrolê kirin.
 
Her wiha gundê Tewîla ya Tîl Temîr a Cizîrê jî hat bombebarankirin. Li gorî agahiyan êriş didomin.