Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin

  • rojane
  • 16:32 25 Kanûn 2023
  • |
img

ENQERE  - Nezîr Tekçî li Geverê di dema binçavkirinê de hatibû windakirin. Têkildarî windakirina Tekçî li serhengê teqawid Alî Osman Akin û mîralay Kemal Alkan doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Eskîşehîrê hate lidarxistin û danişîn hat taloqkirin. 

 
Welatiyê bi navê Nezîr Tekçî ku li gundê Yekmala Jorî ya Gever a Colemêrgê şivantî dikir, di 28’ê nîsana sala 1995’an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji ber windakirina Tekçî, derheqê serhengê teqawid Alî Osman Akin û mîralay kemal Alkan de bi sedema “bi hestên cinawirî yan jî bi îşkenceyê û bi zanebûn mirov kuştine” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê hate lidarxistin. 
 
Bersûc tev li danişînê nebûn. Endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Eskîşehîrê, Komeleya Jiyan Hafize Azadî, Navenda Hafizeyê û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî parêzerên bersûcan axivîn. Parêzerên bersûcan diyar kirin ku derheqê miwekîlên wan de delîl tune ne û ji bilî şahidan tu kêmasî di dosyayê de nemane û xwestin tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat were rakirin. 
 
Şandeya dadgehê daxwazên parêzerên bersûcan red kir û bi sedema ku li îfadeyên şahidan nehatiye guhdarîkirin, danişîn taloqî 8’ê adarê kir.