Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin

  • rojane
  • 15:40 25 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê istasyona trênê, weşanxane, navenda çandiniyê û kargeha zeytûnan bombebaran kir. Di êrişan de herî kêm 6 kes hatin qetilkirin û 9 kes jî birîndar bûn. 

 
Dewleta tirk a dagirker piştî windahiya leşkeran a li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Dewleta tirk bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) saziyên xizmetguzariyê hedef girtin. 
 
Li bajarên Qamişlo, Amûdê û Kobanê gelek cih hatin bombekirin. Weşanxaneya Sîmavê, Navenda Çandiniyê ya Cizîrê, îstasyon trênê û kargeheke zeytûnan jî di nav cihên hatine bombekirin de ne. 
Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristî, ewlekarî û Meclisa Malbatên Şehîdan di êrişan de 6  kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku 4 kesan di êrişa li dijî Weşanxaneya Sîmavê ya li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dane. 
 
BANGA SEFERBERIYÊ
 
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANHA’yê re axivî. 
 
Foza Yûsif diyar kir ku dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelê herêmê îlan kiriye û got: “Dewleta tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.  Ev êriş li dijî hebûna gelê herêmê ye.”
 
Foza Yûsif li dijî êrişan banga hevgirtinê kir û wiha domand: “Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe. Divê em sazî û rêveberên xwe biparêzin. Divê em di rewşa seferberiyê de bin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta tirk a faşîst seferber bibin.”