Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome

  • rojane
  • 12:45 25 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran 5 roj in didome. Leşker li gund bi cih bûne. 
 
Li gundê Hespistê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê di 21’ê kanûnê de bi hinceta ku “îxbar heye” operasyona leşkêrî hatibû destpêkirin. Li gel destpêkirina operasyonê, leşkeran ketin û derketina gund qedexe kirin û gund dorpêç kirin. Hat destnîşankirin ku dorpêç hêj jî didome. Gundiyan ragihand ku leşkeran di têketina gund de konên xwe vedane û li wir bi cih bûne. Gundiyan banga hestiyariyê kir û daxwaz kirin ku ev dorpêç were bidawîkirin.