Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn

  • rojane
  • 12:36 25 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk Çapxaneya Sîmav, navendeke binesaziyê, îstasyona trênê û navenda çandiniyê yên li bajarê Qamişloyê jî bombebaran kirin, di encama bombebarana Çapxaneya Sîmavê de 3 welatî birîndar bûn. Li aliyê din gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê jî tên topbaran kirin. 
 
Dewleta tirk a dagirker ku ev 2 roj in binesazî û navendên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike hedef, li Qamişloyê êrişî çend noxteyan kir. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku balafirên şer ên dewleta tirk Çaxpaneya Sîmav a li rojavayê bajarê Qamişloyê bombebaran kirine. ANHA’yê dazanîn ku li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de 3 welatî birîndar bûne.
 
NAVENDEKE BINESAZIYÊ HATE BOMBEBARANKIRIN
 
Ajansê da zanîn ku bi balafirên biçek û bêmirov li bajarê Qamişloyê cihekî pîşesaziyê û navendeke binesaziyê jî bombebaran kirine. Her wiha du caran li du hev navendeke binesaziyê bombebaran kirine. Di encamê de ziyanên madî çêbûne.
 
ÎSTASYONA TRÊNÊ DU CARAN HATE BOMBEBARANKIRIN
 
Ajansê ragihand ku her wiha îro derdora saet di 11.00’an de balafirên dewleta tirk du caran istasyona trênê ya li Qamişloyê bombebaran kiriye. Di encama êrişê de li îstasyonê şewat derket.
 
NAVENDA ÇANDINIYÊ YA CIZÎRÊ JÎ HATE BOMBEBARANKIRIN
 
Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta tirk derdora saet 11.40’an de jî Navenda Çandiniyê ya Cizîrê ya li taxa Meyselûn a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di bombebarane de li avahiyê şewat derket. Li vê navendê hem genim tê depokirin, hem jî tovê çandiniyê tê amadekirin.
 
Li ser bajar liv û tevgera balafirên bê mirov hene.
 
GUNDÊN ŞEHBAYÊ TÊN TOPBARANKIRIN
 
Artêşa dewleta tirk derdora gundên Bircqasê û Meyasa yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê jî topbaran dike. Li asîmanê Şehba û Şêrawayê liv û tevgera balafirên keşfê hene.
 
LI KOBANÊ 2 KARKER BIRÎNDAR BÛBÛN
 
Dewleta tirk a dagirker bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) îro li navenda bajarê Kobanê cihekî tamîrkirina erebeyan jî bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.