ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 25 Kanûn 2023
  • |
img
* Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê wergirtin. Di vê pêvajoyê de 487 serlêdanên hevdîtinê an bêbersiv hatin hiştin an jî bi “cezayên dîsiplînê” hatin redkirin. 
 
* Sala 2023’yan ku bi Şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pê kir, bi ji nû ve destpêkirina Şerê Îsraîl-Fîlîstînê re diqede. Saleke ku bi kaos û xizaniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku hêzên hegemon kûr kirin bi xwe re anî, bû şahidê kêfxweşiya kêmaniyan û hilweşina mirovahiyê. 
 
* Aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye pêşxistin, li dijî yekîtiya gelan hatiye pêşxistin û wiha got: "Em bi hevre li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer aştiyê û li dijî tarîtiyê ronahiyê pêş bixin." 
 
* Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Nejla Kûrûl, diyar kir ku Wezareta Perwerdehiyê feraseta perwerdehiya demokratîk ji nedîtinê tê û wiha got: “Em dibînin ku di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixin. Wezîr qala 10 xalan dike. Divê van xalên protokolê aşkere bike. 
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Hevdîtinên Budçeyê yên Sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam bikin, Hevserokên Giştî  yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê li Meclisê tev li hevdîtinên budçeyê bibin. (11.00-14.00)
 
* DÎSK, li dijî mûçeya kêmtirîn a were diyarkirin dê bi daxwaza “mûçeyeke ku weke mirovan bikarin pê bijîn” dê li Qada Barbaros a navçeya Beşîktaşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê hatine destpêkirin dê îro jî berdewam bikin. (11.00-18.00)