Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan

  • rojane
  • 12:43 23 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX- 3 kesên duh li gundê Roboskiyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

 
Duh li gundê Roboskiya girêdayî navçeya Qilêbana Şirnexê, leşkeran bi ser çend malan de girtin û bi seatan lêgerîn kirin. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Zekî Tosûn ê ku di komkujiya Roboskiyê de kurê wî hatibû qetilkirin, Nezmî Tosûn û Abdullah Encu hatibûn binçavkirin. 
 
Her sê kesên binçavkirî, piştî karûbarên îfadeyê ji Qereqola leşkerî ya Roboskiyê hatin berdan.