ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 23 Kanûn 2023
  • |
img

* Li girtîgehên ku hikûmet gelek caran pesnê wan dide, di nava salekê de hema bêje tu maf nemane ku nehatine binpêkirin. Herî kêm 4 hezar û 904 binpêkirinên mafan pêk hatin, 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da û berdana 245 kesan jî hat taloqkirin. Herî dawî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" greva birçîbûnê dest pê kir.

 
* Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî ku berê ketibû rojiya mirinê û bi nexweşiya Wernicke Korsakoff ketibû, der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan de got: "Ger girtiyan bedena xwe birçî hiştibin, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye. Divê piştevaniya girtiyan bikin. Wekî din tu rêyeke vê tune ye."
 
* Mele Yûsûf Înal da zanîn ku di îslamiyetê de cihê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîn e û got: "Bi awayekî bêexlaqî nêzî kurdan dibin." Înal ji bo yekitî û têkoşînê bang kir.
 
* Xizmên girtiyan ên beşdarî Nobeda Edaletê ya Stenbolê bûn bal kişandin ser armanca çalakiya xwe û gotin: “Heta ku xeber ji birêz Ocalan neyê girtin em ê li vir bin. Ger birêz Ocalan azad bibe dê aştî pêk bê û pirsgirêka kurd çareser bibe."
 
* Yaşar Çam ê ji erdhejê sax rizgar bûyî ku di erdhejê de kur, bûk û du neviyên xwe winda kir, tevî temenê xwe yê mezin li bufeya ku piştî erdhejê vekir debara xwe dike. Çam diyar kir ku piştî erdhejê biha zêde bûne û gel wêran bûye.
 
* Nivîskarên kurd ku tev li Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, dan zanîn ku eleqeya ji bo weşanxane, pirtûk û zimanê kurdî di asteke baş de ye û  destnîşan kirin ku divê asta xwedî derketinê zêdetir be.
 
* DEM Partî dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Dêrsimê Tûncer Bakirhan, li Rihayê jî bi tevlibûna parlamenteran dê kongreya xwe li dar bixin. (10.00-11.00) 
 
* Komeleya Çandê ya Cemxaneya Erenler dê li taxa ku Komkujiya Mereşê lê çêbûyî dê qûrbaniyan bi bîr bîne. (11.00)   
 
* Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)  
 
* Malbatên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixe. (12.00)  
 
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlan dê çalakiya xwe ya 978’emîn ku her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin dê pêk bînin. (12.00)  
 
* Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê dê têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş dijîn daxuyanî bên dayîn. (13.00-13.30)
 
 * Hunermendê kurd Mîr Perwer ê di encama sûîqestê de li paytexta Fransayê Parîsê hate qetilkirin dê di salvegera qetilkirina xwe ya 1’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Ewran a Mûşê were bibîranîn. (13.00)
 
* Nivîskar Dr. Îsmet Konak dê pirtûka xwe ya bi navê Şoreşa Sor (Kızıl Devrim) li Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ya li Amedê îmze bike. (16.00-20.00)