Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye

  • rojane
  • 13:18 22 Kanûn 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Gundê Hespistê yê Hezexê ev du rojin di dorpêça leşkeran de ye. Hat zanîn ku welatiyek hate binçavkirin. 

Duh di saetên nîvro de li gundê Hespistê yê navçeya Hezex a Şirnexê operasyona leşkerî hate destpêkirin û operasyon didome. Bi destpêkirina operasyonê re leşkeran ketin û derketina gund qedexe kirin. Lewma welatiyan nekarîn biçin malên xwe û di ketina gund de di wesayîtên xwe de sekinîn. Hat zanîn ku leşkeran li gund bi ser malan de girtin û lêgerîn kirin. Dorpêça li ser gund heta saetên êvarê berdewam kir. Leşkerên ku ji gund derketin, li dora gund bi cih bûn û destûra ketin û derketina gund dan. 
 
Hat zanîn ku di saetên derengiya şevê de li gund dengê çekan hat û leşker dîsa ketin gund. Leşkerên ku di tevahiya şevê de li dêr û malên gund bi cih bûn, piştî saetên serê sibehê dîsa derketin derveyî gund. Şêniyên gund ên xwe gihandin ajansa me, diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ne û fikarên wan hene. 
 
WELATIYEK HATE BINÇAVKIRIN
 
Her wiha îro di danê sibehê de jî polîsan bi ser malên Taxa Atakent a navçeya Hezexê de girtin. Di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin. Kaya yê ku hatiye binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.