Li Semsûrê 2 kes hatin girtin

  • rojane
  • 09:36 22 Kanûn 2023
  • |
img
SEMSÛR - Fethî û Zeynep Otunç ku xwişk û bira ne, di encama serdegirtinên li Rihayê de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Di 20’ê kanûnê de polîsan li navçeya Eyyubiye ya Rihayê bi ser malan de girtin û Fethî û Zeynep Otunç ku xwişk û bira ne binçav kirin. Her du xwişk û bira hatin girtin. Xwişk û bira di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de hatin binpçavkirin û di heman rojê de birin Semsûrê. 
 
Piştî kar û barên li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê, şevê din sewqî edliyeyê hatin girtin. Xwişk û bira bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.