ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 22 Kanûn 2023
  • |
img
* Kurdên ku bûn hedefa êrişên topyekûn ên AKP'ê, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareseriya meseleya kurd, mohra xwe li sala 2023'yan xistin. 
 
* Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, havîn û zivistanê didome. Endamê Komîsyona Hawirdorê ya DEM Partiyê M. Zekî Îrmez, diyar kir ku desthilatê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û got: “Tenê di 3 salan de ji sedî 8 darên Botanê hatine birîn.”
 
* Mexdûrê erdhejê Fahrî Tabak ê ku bi hevjîn û du zarokên xwe re di mala xwe ya xesareke giran gihiştiyê û konê li rex xanî vedaye de dimîne wiha got: “Heke xanî biheje em di kon de heke neheje jî em di xaniyê xesar girtî de dimînin.” 
 
* Xwişka Mazlûm Dogan Serap Mûtlû Dogan a bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û Nobeta Edaletê ya li derve didome girîng in û got: “Divê em li cihê xwe nesekinin.”
 
* Bi ser qetilkirina endama Konseya KCK'ê Evîn Goyî re salek derbas bû. Birayê Goyiyê Îsmaîl Kara diyar kir ku tevlibûna jinan a li nava PKK'ê li ser civakê de bandoreke mezin kir û got: "Evîn jî yek ji wan jinan bû. Ji ber wê bi taybetî hat hilbijartin û qetilkirin."
 
* Salek berî niha Emîne Kaya, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer li Parîsê hatin qetilkirin. Hevalê Perwer, Înan Demîr axivî û got: “Ji nasnameya xwe ya hunermendiyê bêhtir, kesayetiya wî ya şoreşger li pêş bû.”
 
* Meyaser Akdag a 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de û hevjînê xwe jî di sirgûnê de winda kir, tevî hemû tiştên hatine sere wê jî ji serkeftinê bibawer e û got: “Em tevî vî temenê xwe jî ji bo aştiyê tên vê derê. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin."
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Hevdîtinên bûdçeya sala 2024'an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li navenda giştî ya partiyê bi nûnerên Federasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê re hevdîtinê bikin. (11.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê didomin. (11.00-17.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Mêrdînê dê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyaniyê bidin. (11.00)
 
* Malbata Mûstafa Mûrat Perîşan ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin û tevî cezayê xwe temam kiriye jî ji ber poşmantiya lê tê ferzkirin qebûl nake nayê berdan dê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyê bide.  (13.00)
 
* Navenda Çandê ya Baharê dê li Eywana Konferansan a Baroya Êlihê çalakiya Şeva Yeldayê li dar bixe. (19.00)