Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin

  • rojane
  • 15:12 21 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza derbarê 22 kesan de hatiye vekirin ku serokê DÎAY-DER’ê û endamên komeleyê di nav de hate taloqkirin. 
 
Danişîna 15’emîn a doza derbarê 22 kesên ku Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî Ekrem Baran û endamên komeleyê yên bi hinceta ku xutbe û weazên bi kurdî dane di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Endamên komeleyê û parêzerên wan tev li danişînê bûn. 
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de parêzeran mafê axaftinê girt û li dijî mutalaya têkildarî esasê ya dozger di danişîna beriya niha de aşkere kiribû ji bo parastinê daxwaza demê kirin.