Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin

  • rojane
  • 15:23 19 Kanûn 2023
  • |
img
AGIRÎ - Danişîna doza derbarê rojnamevan Abdullah Kaya a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxstinê” hatiye vekirin, hate taloqkirin.
 
Derbarê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’yê hatibû girtin Abdullah Kaya de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna di 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê de hat lidarxistin. Kaya tev li danişînê bû û parêzerê Kaya bi nişanda hincetê tev li danişînê nebû. 
 
Dozger mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û xwest Kaya ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” ceza bistîne. 
 
Dadgeh biryar da ku li benda encama dosyaya Kaya ya li Dadgeha Bilind were sekinin û ji bo ku parêzer li hemberî mutalayê parastinê jî bike, danişîn taloqî 28’ê kanûnê kir.