Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû

  • rojane
  • 00:14 18 Kanûn 2023
  • |
img

YALOVA - Li navçeya Çinarcik a Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû.

Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li dora saet 23.53’yan li navçeya Çinarcik a Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbûye.

Di serî de Stenbol û Bûrsa bajarên li derdorê jî bi erdheja ku kûrahiya wê 16.4 kîlometre ye hesiyan.

AFAD’ê jî ragihand ku pileya erdhejê 4.1 e.