Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû

  • rojane
  • 20:28 17 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan de bavê wî Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin, ji lingê xwe yê çepê ku gule lê ket cara duyemîn emeliyat bû. 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li gundê Talokayê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. 
 
 
Gun ê di êrişa cerdevnan de gule bi lingê wî yê çepê ket ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hatibû kirin û li vir hate emeliyatkirin û dermankirin. Piştî emeliyata ewil bijîşkan diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya Gun baş e lê ji ber guleya bi lingê wî ketî lingê wî perçe kiriye dê 2 carên din emeliyat bibe. Gun îro ji lingê xwe yê çepê ku gule lê ketiye cara duyemîn hate emeliyatkirin.