Amed di nava mijê de ma

  • rojane
  • 11:16 17 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Mija zêde ya li Amedê bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê bajar dike. Ji ber mijê ajokar zehmetiyan dikêşin. 
 
Ji şevê din heta niha li Amedê mijeke zêde heye û ev rewş bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Ji ber mija zêde mesafeya dîtinê heta 20 mîtroyan ket. Avahî di nava mijê de winda bûn û ajokar bi zehmetî pêş dikevin.