ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 17 Kanûn 2023
  • |
img
* Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, jı pirsgirêka kurd re çareseri" dewam dike û got ku ji bo nêvengeke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin. 
 
* Eylem Yavûz ku bi pitika xwe ya 4 mehî re beşdarî Nobeda Edaletê bû got: "Ev mesele ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka me hemûyan e."
 
* Jinên ku bi kurdî, tirkî û erebî ji bo bernamzetiya hilbijartinên xwecihî bang kirin, ev peyam dan: "Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin."
 
* Tûfan Îlbaş ê ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê girtî ye, ragihand ku girtî Bezat Fîrîk ê sewqî edliyeyê hat kirin, ji ber ku pişta xwe spartiye amûra germkirinê ya kalorîferê 2 hezar lîre cezayê pereyî lê hatiye birîn û got ku nameyên ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandine jî hatine desteserkirin. 
 
* Derket holê ku şaredariyê der barê Cîgirê Şaredarê Şaredariya Êlihê Metîn Gurbuz ê ku bû sebeba mirina karkerekî, agahiyên şaş hem daye wezaretê hem jî midûriyeta polîsan. 
 
* Di Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê de dê têkildarî pirtûka “BÎRGEH - Bellek Almanağı” de panelek bê lidaxistin.” (11.00)
 
* Hevdîtinên Bûdçeya Navendî ya Sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mersînê bidome. (11.00-17.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Eywana Sporê ya Fuat Celal Atîk Kongreya Awarte li dar bixe. (12.00) ZINDΠ
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li Kongreya Bajar a Kocaeliyê ya partiya xwe bibe. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li avahiya komeleyê çalakiyê li dar bixe. (13.00-18.00)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî êrişên di demên dawî de di şexsê Şêx Seîd de li gelê kurd tên kirin, li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide. (13.00)  
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê ji bo bangawaziya tevlibûna kongreya xwe li Amedê belavokan belav bike. (14.00)