ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 16 Kanûn 2023
  • |
img
* Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Silopiyayê ya ku di sala xwe ya ewil de derket lîga duyemîn niha ji bo lîga yekemîn têdikoşe. Listîkvanên tîmê diyar kirin ku hedefa wan şampiyonî ye û gotin ku piştgiriya gel bûye sedema serkeftinê û dixwazin vê piştgiriya xwe zêdetir bikin.
 
* Girtiyê nexweş Reşît Ûyar ê bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ket greva birçîbûnê got: "Ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê derkeve jî heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe, ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim."
 
* Der barê Fatîh Haral de ku agahî û wêneyên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî belav kirin û bi kuştinê gef lê xwarin, bi daxwaza ji 9 mehan heta 4 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
 
* Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku mûçeyekî ku mirov karibe bi awayekî jiyane pê debara xwe bike li ser maseya muzakereyê tune ye û got ku divê kedkarên bindest û feqîr bên cem hev û ji bo mafên xwe li kolanan bin.
 
* Parêzerê OHD'î Erhan Çîftçîler bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: "Em baş dizanin ku heta em li hember tecrîda Îmraliyê dengê xwe nekin edê azadiyên me ji dest me biçin." 
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd wêrekiyê distîne û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."
 
* Meclisa DEM Partiyê dê li navenda partiyê bi rojeva hilbijartinê bicive. Di destpêka civînê de dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxive. (10.30) ZINDÎ
 
* NÇM dê têkildarî qedexekirina konsera wan ji hêla Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê, li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê bidome. (11.00-17.00)
 
* Xizmên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" li dar bixin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 977'emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin.  (12.00)
 
* Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dê li Amed, Îzmîr û Mêrsînê çalakî bên lidarxistin. (12.00-17.00)
 
* Şaxa OHD'a Stenbolê dê li avahiya HDK'ê bi sernavê "Weke sûcekî li dijî mirovahiyê û şêweyekî îşkenceyê tecrîd" panelê li dar bixe. (13.00) 
 
* KESK dê têkildarî karkerên Ozak Tekstîlê li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Têkildarî girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.30)
  
* Dê vekirina Fûara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê bê lidarxistin.  (14.00)