Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir

  • rojane
  • 12:10 15 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çawişê pispor ê cendirme Mûstafa Fatîh Yetîşên ku li Bedlîsê peywirdar bû, bi awayeke guman mir. 
 
Çawişê pispor ê cendirme Mûstafa Fatîh Yetîşen (29) li Bedlîsê bi awayeke guman mir. Yetîşen, li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Tanriyar a girêdayî navendê peywirdar bû. Hat îdiakirin ku Yetîşen di encama qezaya çekê de bi giranî birîndar bûye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê miriye.