Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 14:03 14 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez ê di kêliya hevdîtinên budçeyê de diaxivî û piştî aciz bûbû û rakiribûn servîsa venêrîna awarte, jiyana xwe ji dest da. 
 
Parlamentere Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez dema ku di hevdîtinên budçeyê de diaxivî, aloz bû û rakirin nexweşxaneyê. Bîtmez jiyana xwe ji dest da. 
 
Dema Bîtmez diaxivî, aciz bû û tîma tenduristiyê ya Meclisê mudaxileya ewil kir û Bîtmez rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkent’ê. Tevî hemû mudaxileyan jî Bîtmez baş nebû û bi entubekirinê anîn Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkenta Enqereyê. Bîtmez di servîsa venêrîna awarte de hate anjiyokirin û bi pompeya cerg û dil ve hate girêdan. Tevî hemû hewldanan Bîtmez nehat xelaskirin. 
 
Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, agahiya mirina Bîtmez parve kir û navber da rûniştina Meclisê.