Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:27 12 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Gûvcîn li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Gûvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û girtî dihate darizandin jiyana xwe ji dest da. Gûvcîn ê 2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihate dermankirin, serê vê sibê jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Gûvcîn dê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.