Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist

  • rojane
  • 13:04 12 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo hakem Halîl Ûmût Meler ê rastî êrişê hat daxwazên xwe yên başbûnê pêşkeş kirin. Hatîmogûllari ya êrişa rêveberên MKE Ankaragucu Sporê ya li dijî rêveberên Amedsporê ya berê bi bîr xist wiha got: “Berpirsyarê tundiya li fûtbolê desthilat e.”
 
3 kesên ku di nav wan de Serokê Kûluba MKE Ankaragucuyê Farûk Koca jî heye ku piştî maça MKE Ankaragucu-Çaykûr Rizespor a duh bi şev li Super Ligê hat lîstin êrîşî hakem Halîl Ûmût Meler kirin, bi îdiaya “Li dijî Qanûna Pêşîgirtina li Tundî û Bêrêtiyê ya li Sporê ya bi Hejmara 6222’yan derketiye” û “Ji ber wezîfeya xwe ya cemaweriyê peywîrdarê cemaweriyê birîndar kiriye” hatin girtin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bertek nîşan dan. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogûllari li ser hesaba xwe ya X’yê ji bo hakem Halîl Ûmût Meler ê rastî êrişê hat daxwazên xwe yên başbûnê pêşkeş kirin û destnîşan kir ku berpirsyarê êrişê desthilat e. Hatîmogûllari di heman demê de êrîşa berê ya rêveberên MKE Ankaragucu Sporê ya li dijî rêveberên Amedsporê bi wêneyên bûyerê bi bîr xist.