Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn

  • rojane
  • 13:02 12 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Ji bo Rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ku di encama êrişa cerdevanan de hate kuştin, li pêşiya mala wî konê şînê hate vegirtin. 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li çoltarê Deştoltê rastî êrişa çekdarî ya 4 kesan hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Ji bo Gun, şîn hate danîn. Konê şînê li pêşiya mala Gun a li Meheleya Tolîgiya ya li Sêgirkê hate vegirtin. 
 
DÊ HATÎMOGÛLLARI Û BAYINDIR BÊN BAJAROKÊ 
 
Tê gotin ku dê Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir sibe bên bajarokê û tev li şînê bibin.