Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan

  • jin
  • 11:29 7 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, wê dest bi kampanyaya mehekê dike. Jin, wê di pêvajoya kampanyayê de, li qadan bin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, dest bi kampanyaya mehekê dike. Meclîsa Jinan HDP’ê, wê starta kampanyeya xwe roja Duşemê di 8’ê Hezîranê de li Enqerê bide. Jin wê di çorçoveya kampanyayê de, li dijî kedxwariyê, şer, tecrîd, tundî, îstîsmara zarokan, desthilatdariya zilam, ne wekheviya zayendî ya civakî, xizantî, cudakarî, nijatperestiyê, netewperestiyê, gotinên kîn û hirsê bi meşin.
 
DI HEFTIYA EWIL DE ÎSTÎSMAR
 
Meclîsa jinê wê di heftiya ewil a kampnayayê de, wê îtîrazên xwe yên ji bo “qanûna îstîsmarê” bînin ziman û dakevin qadan. Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li bajar, navçe û taxan bi jinan re bên gelhev û li Meclîsê wê dengê jinan ragihine.
 
‘QANÛNA ÎNFAZÊ’ Û QEYÛM
 
Meclîsa jinê wê di heftiya duyemîn de, li dijî “Qanûna înfazê” ya ku girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin hiştin dakevin qadan û di çarçoveya kampanyayê de wê li ber girtîgeh û edliyan daxwazên jinan bînin ziman. 
 
Jin wê di heftiya sêyemîn de jî, îtîrazên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman. Meclîsa jinê, bi taybetî wê li bajarên qeyûm tayînê şaredariyên wan hatin kirin dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin. 
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ
 
Jin di heftiya dawî ya kampanyayê de jî, li dijî tundiya li ser jinê zêdebûye û întîharên jinan çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Meclîsa Jinê ya HDP’ê, wê heya dawiya kampanyayê, li gund, tax û kolanan rêxistinbûyîna jinê bi hêz bike û ji bo vê xebatan bi rêve bibe.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heman demê de wê di çarçoveya kampanyeyê de, bi jinên Elewî, Roman û penaber re jî, bên gelhev.