Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt

  • jin
  • 09:10 3 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE - Ç.B.'ya ku Beytar Hasan Bîlgîlî dest avêtiyê û bi gefên sûcdarên ku nehatine girtin re rû bi rû maye, destnîşan kir ku dê dev ji doza xwe bernede û pêdiviya wê bi piştgiriya jinan heye. 

Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî, beytar Serkan Dûrmaz û jinekolog Huseyîn Şenyûrt dest avêtibûn Beytar Ç.B.'yê. Doza ku dest pê kiribû hê jî didome. Diviyabû danişîna 3'yan a dozê di 10'ê Hezîranê de bihata lidarxistin, lê belê ji ber vîrûsa coronayê danişîn taloqî 15'ê Hezîranê hatiye kirin. 
 
‘MIN XWEST DENGÊ MIN BÊ BIHÎSTIN' 
 
Ç.B. ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî got: "Li tu derî, ji darazê, ji qereqolê bigire heya nexweşxane û dozgeriyê min kir nekir min nikaribû derdê xwe vebêje. An ez bêdeng dikirim an jî gotinên nexweş, gotinêm kêmxistinî dikirin. Loma min xwest her tiştî li dadgehê bêjim ku hin kes min guhdar bikin. Min xwest hin kes dengê min bibihîsin. Dibe ku li hin deran têkilînî xurt ên Bîlgîlî hebin, dibe ku bi perê xwe tev digere. Lê bila ji bîr neke Xwedê ji perê wî jî, ji nasên wî jî mezintir e. Edalet kor e, qop e, hêdî dimeşe lê helbet wê bigihê cihê xwe. Bihêvî me." 
 
BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ MAYE 
 
Ç.B., anî ziman ku ev qas delîl hene lê hê jî sûcdar nehatine girtin û nerihetiya xwe ya ji bo vê yekê wiha bilêv kir: "her ku tê bîra min pir enrihetd ibim. Wê rojê bi mirinê re rû bi rû mam. Ji xwe ji telefona Hasan Bîlîgîlî û Serkan Dûrmaz û ji dîmenên kamerayan jî kifş e ku delîl winda kirine û hin tiştan vedişêrin. Bûyer pir aşkere û zelal e. Gava Hasan Bîlîgîlî hat binçavkirin, berî ku telefona wî bê desteserkirin heya jê hatiye peyam jê birine. Ên jê nebirine jî mane û ev jî delîline mezin in. delîl pir in. Raporên nexweşxaneyê hene. Lê ez pergala darazê fêm nakim. Ma îlla divê ev zilam li kesekî din jî bike? Ji xwe gava li min kirin jî bi rihetî kirin, profesyonel bûne. Dikarin li hin kesên din jî bikin. Roja bûyerê gotibûn 'Heger tu ji kesekî re bêjî em ê te bikujin.' heta Serkan Dûrmaz, di axaftina xwe ya bi Hasan Bîlgîlî re dibêje 'Heger ji kesekî re bêje em ê wê bbikujin, veşêrin.' Min ev bihîstin. Nexwe beriya min li hin jinên din jî kirine. Belkî jî ew kuştibin û veşartibin jî, kî çi zane." 
 
PIŞTGIRIYA JINA 
 
Ç.B., bibîr xist ku ji dosyeyên ku ji YOK'ê hatine jî kifş e ku Hasan Bîlgîlî berê jî çi bi fizîkî çi jî bi devkî gelek jin taciz kirine û got: "Lê li zanîngehê an bi awayekî ser hatiye girtin an jî jin tirsandine. Bi awayekî ew bêdeng kirine. Xwestin li min jî wiha bikin, bi mirinê gef li min xwarin. Şikir ji destê wan xelas bûm. Ez ê dev ji doza xwe bernedim. Ji bo cezayê herî giran li wan bê birîn çi ji destê min bê ez ê bikim. Çimkî tişta hanîn serê min ji mirinê xirabtir e. Malavayiya rêxistinên jinan dikim ku alîkariya min kirin. Piştgiriya wan, hatina wan a eywana dadgehê -ku eywaneke pir mezin bû û tije bûbû- gava çav bi wan ketim hêsir ji çavên min hatin. Bi rastî jî min ew piştgirî, ew hêz hîs kir. Li gor şert û mercên vîrûsa coronayê, heger karibin dixwazim di danişîan bê de jî heman piştgiriyê bikin." 
 
Her wiha parêzera Ç.B.'yê Parêzer Asli Arihan jî anî ziman ku amadekariyên wan ên ji bo dozê didomin û got: "Ç.B. dev jê bernedaye. Piştgiriya jinan pir girîng e, divê bidome. Çimkî ev piştgirî ji bo Ç.B.'y. hêzeke pir mezin e. Mixabin kêmasiyên di pergala darazê de di leha bersûc de didomin. Di vê pêvajoyê de mexdûr cardin emxdûr dibe. Divê karibe a xwe vebêje. A herî êşbar jî di pêvajoya darazê de mexdûr tê sûcdarkirin. Dosyeya me jî wiha bû. Mexdûr hat sûcdarkirin û mexbûr ma xwe vebêje." 
 
MA / Zemo Aggoz