Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?

  • jin
  • 10:49 28 Gulan 2020
  • |
img

AMED – Komeleya Jinan a Rosa ji ber xebatên xwe yên derbarê jinan de bû armanca operasyonê. Parêzerer Gozde Engîn têkildarî operasyonê got: “Her çiqas Rosa dibe armanc bila bibe armanc ji bo jinan dê dîsa bixebite.”

Di sala 2016’an de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên di Rewşa Awarte (OHAL) de hatin weşandin gelek saziyên jinan hatin girtin. Sazî û dezgehên jinan ên di bin banê şaredariyên DBP’ê de ji aliyê qeyûman va hatin girtin. Li Tirkiyê tundiya li ser jinan zêde bû. Li Amedê jî Komeleya Jinan a Rosa bi armanca piştevaniya jinan hat damezrandin. Rosa li dijî her cûre cudakariyê ye û di 3’ê kanûna 2018’an de bi beşdarî û piştevaniya siyasetmedar, mafparêz, rojnameger, civaknas û parêzeran hat vekirin.
 
WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVAKÎ
 
Komeleya Rosa dixwaze wekheviya zayendiya civakî belav bikeû ji bo xurtkirina rêxistinên civakî û rêxistinên jinan xebatan birêve dibe û xweza û jiyanê diparêze. Komele li herêmê hin rêzeçalakiyên ji pêşî lêgirgirtina tundiya li ser jinan li dar xist û dixwaze tundiyê ji holê rake.
 
NAVÊ XWE JI ROSA LUXEMBURG DIGIRE
 
Komele navê xwe ji Rosa Luxemburg digire. Tenê ne li Amedê ji bo hemû jinên cîhanê xebatê ji xwe re dike armanc û ji jinan ji halê neçaretiyê rizgar bike zend û bendên xwe girêda daye û ji bo jinan xebatên girîng birêve bir û di demek kin de xwe gihand gelek jinan û gelek endamên xwe çêkir.
 
GELEK JIN SERÎ LI KOMELEYÊ DAN
 
Ji roja ava bû û heta pêvajoya pandemiyê li navenda Amed û navçeyên 116 jinan serî li Komeleyê da û ji bo van jinan piştgirî hat dayîn. Tam di vê pêvajoya pandemiyê de roja 22’ê gulanê li dijî komeleyê operasyon pêk hat û gelek rêveber û sazmûankarê wê hatin binçavkirin.
 
KOMELE GELEK XEBAT KIRIN
 
Komele ji bo Oyku Arîn Yazici ya nexweşa losemiyê kampanya da destpêkirin û piştevanî da. Komele her tim li dijî kuştina jinan rabû û kampanya û çalakiyên cuda li dar xist. Komeleyê li dijî tundiyê bi dirûşma “Jin jiyan e jiyanê nekuje” kampanya da destpêkirin û hêj vê kampanyayê didomîne û her wiha rapora rapora tundiya li Amedê bi raya giştî re eşkere kir.
 
Komeleyê bi boneya jin di trafîkê de bi her cûre tundiyê re hevrû dimînin li bajêr çalakiya “Konvoya Mor” li dar xist û panel, civîn û çalakiyên cûr bi cûr li dar xist û her kêlî bal kişand ser rewşa jinan ên tundî li wan tê kirin û bal kişand ser şert û mercên aborî yên jinan.
 
BI AMEDÊ VE SÎNORDARKIRÎ NEMA
 
Xebatên Komeleyê tenê li Amedê li bajar û navçeyên derdora Amedê jî hatin birêvebirin û bal kişandin tundiya ser jinan û îstîsmarkirina zarokan.
 
ÇALAKIYA GULISTAN DOKÛ KIRINE SÛC
 
Komeleya Rosayê ji bo Gulîstan Dokû ya ji 5’ê çile ve li Dersimê winda ye gelek çalaki li dar xistin û rewşa wê ji nêz ve şopand. Doza parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê zilamê dixwest ku dixwest dev ji hev berdin ve hat kuştin şopand. Gelek bûyerên wiha şopand.
 
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 22’ê gulanê de 18 aktîvîstên jin û siyasetmedar hatin binçavkirin. Ji 18 kesan 9 jê jin 12 kes hatin girtin. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Damezrîner a Rosa kurdolog Narîn Gezgor û rêvebera Komeleyê Fatma Gultekîn jî di nav van 9 jinên hatin girtin de ne.
 
JI BER XEBATÊN XWE TÊN SÛCDARKIRIN
 
Parêzera Komeleyê Gozde Engîn têkildarî girtina rêveberên Komeleyê axivî û diyar kir ku bi çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tên sûcdarkirin û armanca komeleyê jî ew e ku li dijî tundiyê têkoşîn û çalakiyan birêve bibe. Engîn got her çalakiyek komeleyê li dar xistiye qanûnî û hiqûqî ye û di çarçoveya mafê azadiya ramanê ya qanûna bingehîn de pêk anîne. Engîn da zanîn ku rêveberên komeleyê bi beyanên şahidên nepen hatine girtin û tu delîlek şênber de bibe sûc nîne. Engîng anî ziman ku rêveberên komeleyê hatine girtin bi çalakî û daxuyaniyên wek pîrozbahiyên 8’ê Adarê û daxuyaniyên li dijî qeyûm û daxuyaniyên li dijî tundiyê ser jinan tên sûcdarkirin. Engîn da zanîn ku ew ji bo îtîraza girtina rêveberên komeleyê amadekariyan dikin û xwest demildest dest ji vê şaşîtiyê were berdan û miwekîlên wan werin berdan. Engîn destnîşan kir ku Komeleya Rosayê dê her xebatên xwe yên ji bo jinan birêve bibe û got: ‘Her çiqas Rosa dibe armanc bila bibe armanca terorîzekirinê lê wê dîsa jî ji bo jinan bixebite û wê bibe nefesa jinan.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel