'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'

  • jin
  • 09:00 23 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Jinên ku bertek nîşanî "efûya îstismarê" dan, destnîşan kirin ku ew ê nehêlin teklîfa hatiye kirin di meclîsê re derbas bibe. 
 
AKP'ê cardin teklîfa "bi rêya zewicandinê efûya sûcên îstismarê" xistiye rojevê. Tê diyarkirin ku çawa meclîs vebe wê ev yek berpêşî Serokatiay meclîsê bê kirin. Jinên ji komên pîşeyî yên cuda bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, ew ê nehêlin tiştekî wisa pêk bê. 
 
GUNTEKÎN: WÊ BIBE SEDEMA TRAWMAYEKE CIVAKIYΠ
 
Derûnas Ebrû Sorgûn Guntekîn, anî ziman ku qanûna înfazê ya hatiye qebûlkirin ji bo her kesî bûye cihê fikaran û got, gava îstismar pêk bê ewilî tişta divê bê kirin, zarok ji devera bi trawmayê re rû bi rû maye bê dûrxistin û li devereke ewle bê bicihkirin. Guntekîn, diyar kir ku tişta din jî kesê ku zarok îstismar kiriye bê darizandin û got, ev tişt ji bo ku zarok careke din bi cîhanê bawer be û ji bo birînên wî/ê baş bibin pir girîng in. 
 
Guntekîn, destnîşan kir ku lê belê qanûna ku niha tê xwestin bê çêkirin zarok naparêze, kesên îstismarê dikin diparêze û zarok dixe nav lepê kesên îstismarê dikin. Guntekîn, bilêv kir ku di heman demê de ev qanûn tecawiz û îstismarê teşwqî dike û got: "Gefê li jiyana zarokên keç dixwe û ev ji bo civakê rewşeke trawmatîk e. Trawmayên neyên başkirin, birînên hevpar ên mirovan e û wê ev birîn nifş bi nifş dewam bikin." 
 
AKTUTUN: KESÊN PEDOFÎL VÊ QANÛNÊ DIXWAZIN 
 
Seroka Komeleya Mezûnên Civaknasiyê (SOMEDER) Civaknas Ozgur Başpinar jî kesên pedofîl vê qanûnê dixwazin û got, heger ev qanûn pêk bê wê îstismarkirin pir zêde bibe. Aktutun, anî ziman ku îstismar bi tu awayî nayê qebûlkirin û efûkirin û got, ew ê nehêlin ev qanûn pêk bê. 
 
TOPALLOGLÛ: BÊCEZATIYÊ DIAFIRÎNIN 
 
Cîgira Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Stenbolê Bîrsen Baş Topaloglû jî destnîşan kir ku di demên dawî de îstismarkirina zarokan zêde dibe û got, gotinên der barê efûyê de bîrbiriya bcezatiyê diafirînin û ev yek jî rêjeya sûckirinê zêdetir dike.
 
Parêzer Topaloglû, destnîşan kir ku ev sererastkirina ku di wesfê efûkirina îstismarkirina zarokan de ye, li dijî Peymana Mafên Zarokan, Peymana Rakirina Her Cure Cihêkariya Li Dijî Jina, Peymana Parastina Zarokan Li Dijî Îstismarkirinê ya Konseya Ewropayê û Peymana Stenbolê ye. Topaloglû, bilêv kir ku efûya îstismarkirinê di heman demê de pergala civakê jî xirab dike û got: "Guherandineke qanûnî ya bi vî rengî ku pergala civakê û hiqûqê xirab dike bi tu awayî nayê qebûlkirin. Demildest divê ev pêkanîn bi dawî bibin." 
 
AKDERE: ÇI DIBE BILA BIBE EM LI DIJÎ WÊ NE 
 
Ji Saziya Jin Pev re Bihêz in Çagla Akdere jî destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê nehêlin ev teklîf bibe qanûn û ew ê li dijî wê bitêkoşin û xwest kesên dixwazin şidet û îstismarkirin rewa bikin bên astengkirin.
 
DEMÎR: EM Ê NEHÊLIN 
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esengul Demîr jî bibîr xist ku qanûna înfazê di sala 2016'an de ketibû rojeva Meclîsê, lê belê ji ber bertekan paş ve hatibû kişandin û got, niha jî îqtidarê şewb ji xwe r ekiriye firsend û dixwaze efûya îstismarê pêk bîne. Demîr, anî ziman ku ew jin li dijî vê yekê ne û got, ji bo ev qanûn pêk neyê ew ê tim li kuçeyan bin û dengê xwe bilind bikin. Demîr, anî ziman ku ew siyasetmedar ew ê nehêlin ev qanûn di meclîsê re derbas bibe. 
 
MA / Semra Tûran