Gokkan: Em gav paşde navêjin

  • jin
  • 14:13 22 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan der barê êrîş, zext û binçavkirinan daxuyanî da û got: "Li dijî êrîşan em gav paşde navêjin.”  
 
Polîsan serê sibehê bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd ku piraniya wan siyasetmedarên jin bûn de girtin. Polîsan, di serdegirtina malan de endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA’yê û gelek siyasetmedar binçavkirin. TJA’yê der barê binçavkirinan de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civina çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Remziye Tosun, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca, Semra Guzel, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN'
 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku binçavkirin ne hiqûqî ne û wiha got: "Ew ê ji bo vê operasyonê jî hincetekê bibînin lê em baş bi armanca wan dizanin. Em serdema hikumeteke ku tecawiza li dijî pitikek di zikê dayika xwe de rewa dikin de ne. Di serê sibehê de bi ser avahiya komeleyê de girtin. Dest dan ser evrakan. Divê ew evrakan tenê rêveberên komeleyê pê bizaniba. Ev ne hiqûqî ye. Em vê yekê tu carî qebûl nakin.”  
 
‘EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN' 
 
Ayşe Gokkan, bang li kesên deng didin AKP’ê kir û wiha got: "Divê li vî welatî êdî dawî li vê rejîmê bê. Divê hevalên me demildest bên berdan. Hikumeta ku bang dike û dibêje bila kesên temenê wan bi ser 65’an dernekevin îro Dayiya Aştiyê Havva Kiran a ku temenê wê bi ser 65’ân re ye binçav dike. Hûn ê tu carî bi gavê paşde nede avêtin. Hûn nikarin bi van rêbazan dawî li têkoşîna me bînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.