Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike

  • jin
  • 09:30 20 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnamegran diyar kir ku medya îqtîdarê her tim efûya îstîsmara zarokan nûjen dike û bingeha wê ava dike. Rojnamegeran diyar kirin ku bi weşana hişmendiya jinê rê li pêş van polîtikayan tê girtin. 

Hikûmeta AKP-MHP'ê di vê pêvajoya şewba vîrûsê de zagona înfazê di meclîsê re derbas kir û gelek girtiyên li dijî civakê sûc kirine serbest berda. Niha jî dixwaze zagona efûya îstîsmarê bîne meclîsê û sucdarên îstîsmara zarokan efû bike. Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Osman Nuri Gulaçar diyar kir ku wan pêre negihan du zagona têkildarî “Mexdûrên zewaca zû" bîne meclîsê û çawa meclîs vebe dê vê mijarê bînin rojeva meclîsê. Li ser vê yekê medya îqtîdarê mijara îstîsmara zarokan dîsa kir rojev. Gelek malperên nûçeyan ên alîgirê hikûmetê bi sernavên “Mizgînî li Mexdûrên Zewaca Zû. Dîrok diyar bû" mirjar kirin rojev. 
 
AA TEŞFÎKÎ ÎSTÎSMARÊ DIKE
 
Piştî daxuyaniya parlamenter Gulaçar, Ajansa Anadolu (AA) li ser mêrê ku bi mara mele bi jina 14 salî re zewicî bû nûçe çêkir û got: “T.E. a 26 salî ku di temenê biçûk de zewicî, bêriya hevjînê xwe yê girtî dike û çavê wê û 3 zarokên wê li rê ye." Bi vê yekê zewaca di temenê biçûk de rewa dike. Di qanalên televîzyonan de li ser bedana jinê niqaşan dikin. Di Akit TV de 3 mêran mijara “rola jin û mêr û têkiliyên wan" niqaş kirin. Beşdarî bernameyê Prof. Dr. Muttalip Kutluk Ozguven, bi gotina “Bedena jina 12-17 salî ji bo zayînê herî guncav e. Bedena 'Jina super' e. Hûn dikarin ji her bijîşkî bipirsin" hişmendiya li dijî jinê anî ziman. 
 
‘ROJNAMEGERÊN TETÎKÊŞ WELAT BI RÊVE DIBIN
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Ayşe Gunay, diyar kir ku li Tirkiye çapemeniya alîgirê îqtîdarê, ji bo îqtîdarê bingeha polîtikaşen şer, tundî, nijadperestî, cudakariyê rewa dike û wiha got: “Em li hemberî xwe medya îqtîdarê dibînin. Bi profesorên pedofîl, dekanên sapiq, rojnamegerên tetîkêş û dînayeta homofobik hişekî ava dikin. Welat bi vê hişmendiyê tê birêvebirin. 
 
BI MEDYA EYARÊ DIDE CIVAKÊ 
 
Guney, diyar kir ku zimanê medya îqtidarê her dem mijara niqaşê ye û wiha got: “Lê tu carî asta xwe danexistiye. Jina ku parastina xwe dike û dema merên dixwazin wan bikujin xwe diparêzin û bersîv didin vê carê medya îqtîdarê wan wekî ‘cani' nîşan dide. Dema mêr dikuje jî wekî ‘mêrê cînnet derbas kir' pênase dikin. Dema mêr dikuje rewa dikin, dema jin xwe diparêze û dikuje ji wekî 'Canî' nîşan didin. Di nuçeyên wisa de dixwazen ku jin ji mêr re xizmetê bikin û di fermana mêr de bin. Zewaca zarokan a bi îstîsmarkar û tecawizkaran re rewa dikin. " 
 
Guney, da zanîn ku divê li dijî vê yekê îtîrazên medya alternatif zêde bibin û got: "Divê çapemeniya ku weşana wê li ser xeta hişmendiya jinê ye divê pêş bikeve. Bi çapemeniya ku li ser hişmendiya jinê pêş dikeve, dikare polîtikayên îqtîdardê ku li ser hişmendiya çapemeniya serdest pêş dikeve belav bike." 
 
MEDYA HEVKAR BÛYE AMÛRA ROPAGANDA ÎQTÎDARÊ 
 
 
Endama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Endama Komîsyona Jin û LGBTİ+ Gulfem Karataş jî anî ziman ku di tevahiya dîrokê de îqtîdarê çapemenî ji bo xwe kiriye amûra propaganda û wiha got: "Îqtîdara AKP'ê jî ji îqtîdarên din ne çudakir e. Niha medya bûye yek tîp. Lê li aliyê din medya ku li nirxên civakê xwedî derdikeve û destûr nade nirxên civakî binpê bibe jî heye. Îqtidar bi rêya medya van mijaran tîne rojevê û medya ji bo xwe dike amûr."  
 
Karataş, bal kişand ser zimanê çapemeniyê û wiha got: "Hûn nûçeyê bi çi awayî didin girîng e. Hûn kijan zimanî û kijan peyvan hildibijêrin. Dema malbatê wekî pîroz nîşan didin û şevê li jinan qedexe dikin, tecawiz û tundiyê rewa dikin, wê demê îstîsmar jî zêde dibe. Divê rojnameger li gorî sinc û pîvanên rojnamegeriyê tev bigere. Divê berî her tiştî medya serdest zimanê xwe biguhere. Dest ji zimanê mêrî berde. " 
 
MA / Semra Tûran