Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad

  • jin
  • 09:16 15 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - Ji civaknasên atolyeya Jineolojiyê Neslîhan Şendal, destnîşan kir ku di dema şewbê de li dijî şideta mêran rêbaze herî bibandor modela "xweparastin" û "jiyana hevpar a azad" e. 

Di dema şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de jî şideta mêran dewam dike. Li gor rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di meha Nîsanê de serlêdanên ji ber şidetê ji sedî 55 zêde bûne. Her wiha li dijî Şideta mêran têkoşîna jinan jî didome. Yek ji van gavan jî atolyeyên Jineolojiyê ne ku di bin banê Kovara Jineolojiyê de tên lidarxistin. Yek ji civaknasên atolyeyên Jineolojiyê Neslîhan Şendal, şideta di dema şewbê de zêde bûye û tiştên divê li dijî vê şidetê bên kirin nirxandin. 
 
ŞEWB PEYAMA DAYIKA XWEZAYÊ YE 
 
Şendal, anî ziman ku di vî du mehê karantînayê de mirovan pir bêriya xwezayê kiriye û got, wêneyên xwezayê yên tên parvekirin, li nav bajaran çandina zebze û fêkiyan, hatine heywanên kûvî ya nav bajaran, kêmbûna qirêjbûna hewayê û girêdayî vê bixwevehatina tebeqeya ozonê hwd. hemû peyamên dayika xwezayê ne. 
 
ŞIDETA MÊRAN
 
Şendal, destnîşan kir ku ligel vê yekê di vê pêvajoyê de bi îzolasyona "dimaldemayînê" re şideta li ser jinê û komkujî zêde bûne û got, bi hezaran jin tevî zilamên ku şidetê li wan dikin di heman malê de dimînin. 
 
Şendal got, bilêvkirina şideta ku jin pê re rû bi rû dimînin pir zehmet e. 
 
Şendal, tiştên di dema şewba coronayê de diqewimin wekî êrîşên zayendparêz û bîrdoziyî pênase kir û got, mêr heqê şidetê û kuştina jinê di xwe de dibîne û ev yek jî girêdayî pergala heyî ye. Şendal, bilêv kir ku sedemeke derketina Jineolojiyê jî şideta ku jin pê re rû bi rû dimînin û got: "Em li her derî bi şidet, kedxwarî, dîkekirin û qirkirinê re rû bi rû dimînin. Jinên ku jiyanê ava dikin yeko yeko ji jiyanê tên qetandin." 
 
'XWEPARASTIN' BIVÊNEVÊ YE‘ÖZ SAVUNMA’ 
 
Şendal, destnîşan kir ku li dijî şideta mêran rêya herî bibandor xweparastin e û got, xweparastin ne awayê fizîkî ye. Şendal, bal kişand ser dîrokçeya xweparastinê û êrîşa mêran: "Gava em li dîrokê mêze dikin, em dibînin ku jin reflekseke muazam a xweparastinê ji xwezayê girtine. Lê belê di heman demê de ji ber ku feraseta erkî li ser keda jinê rûniştiye û wan ji bîra wan a xweser dûr xistiye, xweparastina wan jî qels bûye. Dûrketina jinê ya ji xwezaya xwe, bi xwe re biyanîbûnî aniye. Jin ji rastiya xwe hatiye dûrxistin, bi tecawizê re rû bi rû maye û ber bi întiharê ve hatiye şandin. Ev hemû bi têkşikandina mekanîzmaya xweparastinê re rû dane. Loma xweparastin ji bo jinan bivênevê ye." 
 
LI DIJÎ ŞIDETÊ JIYANA HEVPAR A AZAD 
 
Şendal, destnîşan kir ku di dema şewbê de nîqaşa ku herî zêde dikin jî nîqaşa li ser jiyana hevpar a azad e û got, jiyana hevpar a azad tenê ne têkiliya taybet a di navbera du kesan de ye. Şendal, bilêv kir ku feraseta erkî gava îqtidara xwe ava kiriye ewilî derb li jiyana hevpar xistiye û di saziya malbatî de weziyeta mêr wekî efendî-xwedî û ya jinê jî wekî xizmeta mêr bike hatiye nîşandan. 
 
Şendal, got: "Gava mirov ji hêla jinê ve lê mêze bike, xwepênasekirina jinê, kifşkirina heqîqeta xwe pir girîng e. Gava ev bê kirin divê mirov hay ji rola jinê ya di civakê de û qanûna wê ya civaka xwezayê û dîroka binpêkirina jinê derîne holê. Di vê pêvajoyê de têkoşîna bi feraseta aîdiyet, xwedîbûnê re yek ji gavên girîng ên li dijî şidetê ye." 
 
DEMA DEMA ŞOREŞA BÎRÎ YE 
 
Şendal, destnîşan kir ku pirs piştî coronayê civak jiyaneke çawa dixwaze, pir girîng e û got: "Ji bo xelasbûna ji awayê jiyana modernîteya kapîtalîst dem dema şoreşa bîrî ye. Mirov êdî vî awayê jiyanê red dikin." 
 
Her wiha Şendal, destnîşan kir ku di dema şewbê de eleqeya jinan a ji bo Jineolojiyê zêde bûye û got, jin mijarên wekî zayenda civakiyî, şideta li ser jinê, jiyana hevpar a azad, dîroka jinê hwd. nîqaş dikin. Şendal, destnîşan kir ku divê jin hemû vê pêvajoya karantînayê veguherînin firsendê û ji bo vê jî fîlm û belgefîlmên der barê têkoşîna jinê û xweparastinê û pirtûkên di vî warî de pêşniyar kirin. 
 
MA / Semra Tûran