TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin

  • jin
  • 12:22 14 Gulan 2020
  • |
img

AMED - TJA'yê, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û banga xwedî derketina zimanê kurdî kir.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi  boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand. 
 
JA'yê bal kişand ser pirsgirêkên ji bo zimanê kurdî tên jiyîn û wiha got: "Pirsgirêka ziman di heman demê de pirsgirêka jinê ye.ji ber ku yên herî têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in.Jiyana civakî ya kevnar bi vegotine ên ku heta niha anîne jin in.Herî zede jî em dikarin jinên Kurd mînak bidin.Li gel hemû curêyen êrîşên qirkirina çandê jî heya dawiyê di ziman û çanda xwe de israr dikin.Jinên Kurd in.li ber sêdaran ji celadan re ziman weke xwe pênasa kirine.Ji bo we jî dema serdest dixwazin civakê bi re ye asîmîlasyonê tine bike destpêkê jinan hedef digirin.Serdestên Tirkî ye jî her dem bi re ya kampanya ya xwestîye jinên Kurd be ziman bike. Ji bo ku jin nasnameye û avakirina civakê ye ev êrîşen dijwar li ser jina Kurd tê domandin."
 
TJA'yê diyar kir ku serdestên Tirkiyeye jî her dem bi rêya kampanyayan xwestiye jinên Kurd bê ziman bike û wiha domand: "Ji bo ku jin nasnameye û avakirina civakê ye ev êrîşen dijwar li ser jina Kurd tê domandin. Em Leyla Qasim, Şirîn Elhemhulî û hemû berxwederên nasname û hebûna jinên Kurdan bi bîr tinin. Em şopdarên berxwedan û sekna wan in."
 
CEJNA ZIMAN PÎROZ KIR
 
Tevgera Jinên Azad, bal kişand ser xwedî derketina zimanê kurdî û ev peyam da: "Îro jî ,em careke din vê rastiyê aşkera dikin Di vê roja pîroz de em di şexsê hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî yên ku gelê Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de çareke din banga xwedîderketina zimanê Kurdî dikin û heta dawîyê em ê piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bin."