Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye

  • jin
  • 16:33 7 Gulan 2020
  • |
img

EQNERE – Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye û ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoyê xetereyên jiyanî derxistiye holê.

Nûnerên jin ên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ku jin di pêvajoya vîrûsa koronayê de dijîn daxuyaniyeke hevpar dan.
 
DI XIZMETAN DE ZEHMETÎ HEYE
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hinceta belavbûna vîrûsê di serî de jinên ku tundî li wan tê kirin ji jinan re di xwegihandina xizmeta tenduristiyê de astengî tên derxistin û ev titş hat gotin: “Ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoya vîrûsa koronayê xetereyên jiyanî derdixin holê. Lewre tundiya li ser jinan dikare bi raporên bijîjkan bê belgekirin. Di gelek xizmetên bingehîn ên ji bo jinan de zehmetî hene.”
 
DAXWAZÊN JINAN
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat xwestin ku astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê yên jinan bên rakirin û ev daxwaz hatin kirin: “Divê polîtîkayên pêvajoya pandemiyê li gorî wekheviya zayendî ya civakê ji nû ve bên sererastkirin. Divê rêbazên ji bo kêmkirina bandora vîrûsê serî li wan tê dayîn, ji zayendperestî û newekheviyê bên parastin. Dive hemû astengiyên li pêşiya xizmetên edlî yên ji bo tundiya li ser jinê û sûcên zayendî yên li dijî zarokan bên rakirin û div ê çarçoveyê de sererastkirinên hiqûqî û saziyî bên kirin. Divê li dijî bedkariya mafê kurtajê bergirî bên girtin û hebin jiberçûyînê bên reçetekirin.”