Kedkara malê: Nikarim kirê bidim

  • jin
  • 09:05 4 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL - A.Ç ji 14 saliya xwe heta niha diçe paqijiya malan dike û niha jî ji ber şewbê bêkar maye. A.Ç ya ku çareserî di zewacê de dît, piştî zewicî bêtir rastî tundiyê hat û zewac lê bû îşkence. A.Ç. bi têkoşîna li dijî zehmetiyan mînak e.

A.Ç. ya 50 salî ku li Stenbolê dijî ji hezaran karker yek karkera ku di pêvajoya şewbê de bêkar mayî ye. A.Ç. hêj zarok bû, ji bo debarê neçar ma kar bike. Niha wekî milyonan jinên kedkar di nava zahmetiyek mezin de karê paqijiya malan dike. A.Ç. ji malbateke Kastamonûyî ye. Malbata wan piştî li Stenbolê bi cih bû, li Stenbolê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber pirsgirêkên malbatê yên aboriyê tenê heta dibistana seretayî xwend û dest ji dibistinê berda. Piştî bû 14 salî ji bo debarê dest bi kar kir. A.Ç. du salan mala malbateke dewlemend paqij kir, dahatiya ku bi dest xistî jî hemû ji malbata xwe re şand. Hêj 17 salî bû zewicî. Hêj 18 salî bû, bû dayik. Piştî zewicî 2 zarokên wê çêbûn. Zewaca ku wekî xelasî dît, lê bû îşkence û dîsa karê paqijiya malan kir. 
 
LI DIJÎ TUNDIYÊ HIŞYAR BÛN
 
A.Ç. di 5 salên ewil ê zewacê de rastî tundî û îşkenceya hevjînê xwe hat. Ji bo parastina zarokên xwe nekarîbû hevjînê xwe berde. Lê ji bo mafê xwe biparêze serî li sazî û rêxistinên eleqeder da û li mafê xwe geriya. Dîsa jî tundiya fîzîkî û derûnî berdewam kir. Di sala 2015’an de ji bo berdanê çû Edliyeya Beykozê. Lê dadgehê navbeynkarî lê ferz kir û îkna kirin û paşve şandin malê. Lê dozgeriyê cezayê dûrxistinê da zilamê pê re zewiciye. 5 salin dixwaze zilamê pêre zewicî ye berde. Lê doz hêj didome. A.Ç. ya ji bo hevjînê pêre zewiciye berde têdikoşe, wiha got: “Ji bo ku ez ji paqijiyê xelas bibim zewicîm lê nebû çare. Jiyaneke ji ya malbata xwe betertir min jiya. Dema ez zewicîm min hem tundî dît hem jî mecbûr mam ku li malê binêrim. Ji bo ku zarokên min birçî neminin min karkeriya malê kir. Ev qas sale wextekî min yê ku bêxebat derbasbûyî çênebû. Ez hem xebitîm hem jî hînî ez ê xwe çawa ji tundiyê biparêzim bûm. Ji ber ku min bi xwe pereyê xwe qezenç dikir, mafên xwe jî lêkolîn kirin û hînbûm. Bila jin tu car netirsin û ji xwe bawer bin. Bila mafên xwe bizanin û li dijî tundiyê derkevin. Ez qet netirsîm û li dijî tundiyê derketim.”
 
JIYANEKE BÊ EWLE 
 
A.Ç. ya tiştên ku di dema karkeriya malan dikir de jiyayî û wiha vegotin: “35 salan wek karkera leylî û rojane min malên dewlemenda paqijkir. Bê sîgorte hatim xebitîm. Bi salan min mermerên kevir birikandin. Ji ber ku bûme 50 salî êdî kar nadin min. Dibêjin tu bi pratîk naxebitî û ciwanan dixwazin. Ji bo ku ez bê sîgorte hatim xebitandin du dahatên min jî nînin. Divê dewlet piştevaniya jinên kedkariya malê dikin bike. Ji ber bê peretiyê pirsgirêkên cidî dijîm. Tişta ku ez bi israr dibêjim eve, bi her awayî em mafên xwe bizanin û têbikoşin girîngiya ku em li kû dixebitin nîne.”
 
BÊDENG NEMÎNIN
 
A.Ç herî dawî ji jinan re ev peyam da: “Tiştên ku min jiyayî hêz da min. Bi milyonan jinên weke min hene. Bila netirsin û bê deng neminin. Xwe pêşve bibin û hişyar bin.”
 
MA / Semra Tûran