Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin

  • jin
  • 15:06 27 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya şewba vîrûsa corona de rapora civînên herêmê aşkere kir û daxuyaniya “Em ê tora piştevaniya jinê ava bikin; li dijî tundî û xizaniyê, dê têkoşîna mafên jinên kedkar li kolanan bimeşîn." dan. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê pêvajoya vîrûsa korona û 1'ê Gulanê de raropa encama civînên herêmê bi nivîskî weşand. Meclîsê encamnameya civîna 7 herêman ên ku bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran pêk hat, bi raya  giştî re parve kir. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî kongreya xwe ya 4'emîn ji ber vîrûsa koronayê negihaştibûn hev. Meclîsa jinan ji bo plansaziya pêşerojê û xurtkirina rêxistinbûna xwe li ser onlinê civîna herêman li dar xistin. Civîn bi tevlîbûna 7 herêman pêk hat. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî kongreya xwe ya 4'emîn ji ber vîrûsa koronayê negihaştibûn hev. Meclîsa jinan ji bo plansaziya pêşerojê û xurtkirina rêxistinbûna xwe li ser onlinê civîna herêman li dar xistin. Civîn bi tevlîbûna 7 herêman pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, berdevka Meclîs Jinan Ayşe Acar Başaran, koordînasyona jinan, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, parlamenterên jin, hevserokên navçe û bajaran ên HDP'ê tevlî civînê bûn.
 
Piştî civînê bi navê "Li dijî îktîdara AKP'ê û şewbê dê piştevaniya xwe mezin bikin û bibin deng û behnek" encamnemeyek hat aşkerakirin.
Di encamnameya Meclîsa Jinan a HDP'ê de wiha hat gotin: "AKP û MHP’ê bi bacên gel re dixwaze sermayeyê li ser piyan bihêle. Her wiha di paketên aboriyê de ji bo jin, xizan, karker, kedkar û bêkaran tu tedbîr tuye ye.
 
Pergala kapîtalîst ji bo kedkar, karker û jinan tu pêşniyaran nake. Di pandemiyê de mêtingeriya kedê jî zêdetir bû. Li dijî ev polîtîkayên ku karkeran terkî mirinê dikin û jinê xizan dikin em ê di 1’ê Gulanê de dîsa dakevin qadan.
 
Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze pêşiya hevgirtina civakî bigire. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê vê şewba mezin dike berjewendiya siyasî, ranta ekonomîk û amûra şer. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê destkeftiyên me desteser dike û dixwaze keda me winda bike.
 
Her wiha bi hezaran jinên girtî di girtîgehan de hatin hiştin. Kujerên jinan û tecawizkar jî ji qanûna înfazê sûde girtin û hatin berdan. Di heman demê de li malan jî şîddeta li hemberî jinê zêdetir bû. Derket holê ku xeta alîkariya lezgîn a li hemberî şîddetê ALO 183 jî pêdiviyan bi cih nayne.
 
Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku bi qasî şewbê bi xetere ye. Em ê hevgirtina xwe geş bikin. Her wiha em hewl didin ku têkoşîna xwe xurttir bikin. Bi stendina tevdîran em ê li kolan, tax û gundan xebatên xwe bi her awayî bidomînin. Em ê torên xwe yên piştevaniyê zêdetir bikin û li dijî şîddet û hejariyê têkoşîna xwe geştir bikin."
 
Meclîsa Jinan di encamnameyê de daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
 
"*Jinên ku di qada tenduristî, xwarin, enerjî û hwd de dixebitin divê bi pere destûr bên dayîn û her wiha ji kar derxistin jî divê bê qedexekirin.
 
* Ji bo jinên ku bê sîgortê li malan karê paqijiyê dikin û her wiha ji kar hatine derxistin divê pereyê bêkariyê bê dayîn.
 
* Divê xeta telefonê ya 183'yan li dijî şîdetê kar bike û xizmetê bide jinan.
 
* Peymana Stenbolê û Qanûna 6284'an divê bên pratîzekirin.
 
* Di pêvajoya şewbê de divê hejmara stargehên jinan bên zêdekirin û li stargehan jî tedbîrên tenduristiyê bên zêdekirin.
 
* Divê fatureyên av, ceryan, gaza xwezayî, telefon, înternet û kirê dewlet bide û bê pere alîkariya xwarinê bide.
 
* Divê girtîgeh demildest bên valakirin. Her wiha êrîşkarên ku serbest hatin berdan ji bo jinan xetereyek e û divê ji bo parastina jinan mekanîzma ben afirandin û jin ji şîdetê bên parastin.
 
* Têkoşîna me dê li hemberî polîtîkayên êrîşan a li hemberî Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bidomin."