ENQERE – Endama Tevna Paristina Jinê Bûse Uçer, diyar kir ku biryara pêvek a HSK’ê derbarê Qanûna Hejmara 6284’an de girtiye, tê wateya “Zilamên ku tundiyê dikin bila vekirin malên xwe” û got: “Jin li dijî vê derdikevin. Ji ber vê me li dijî tundiya zêde dibe tevna piştevaniyê honand.”
Li Tirkiyeyê, piştî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bangên “Di malê de bimîne” tundiya li dijî jinê zêdetir kiriye. Desteya Dadgeran Dozgeran (HSK), derbarê Qanûna Hejmara 6284’an a pêşiya tundiya jinê digire de biryarek pêvek girtin. Di vê biryarê de tê gotin, “Divê di çarçoveya qanûna hejmara 6284’emîn de ji ber vîrûsa koronayê rewşa heyî bê nirxandin.” Rêxistinên jinan li dijî vê biryarê gotin “Qanûna hejmara 6284 di karantînayê de tê jiyîn” û di navbera xwe de tevna piştevahiyê honandin.
‘EV BIRYAR BU SEDEMA SERÎ RAKIRINÊ’
Endama Tevna Piştevaniyê ya Jinê Bûse Uçer, têkildarî tevna piştevaniyê ya jinan di navbera xwe de avakirin axivî. Uçer, diyar kir ku pêşnûmeya hat weşandin tê wateya ku “Zilamên ku tundiyê dikin bila vekirin malên xwe” wiha got: “Jin gefa kuştinê hîs dikin. Ev biryarek talûkeye. Bi rastî jî ev biryar bû sedema serî rakirina jinan. Bi taybetî ji bo ku qanûna hejmara 6584 bê bi cih anîn me zext kirin. Di rojên pandemiyê de ji bo vê me bang li jinan kir û me got ‘Emê bêhêvî nebin, emê qerebalixtiya xwer bi bîr bixin.’ Bi rêya telefonê gelek jin li me geriyan. Em piştevaniyê, bi awayekê tevnê bi rêxistin dikin. Mînak; di Tevna Parastinê ya jineke hemşîre ya di nexweşxanyê de, pirsgirêkên hemû jinên li wê derê ji jinên didin re radigihîne. Bi taybetî jinên karker û kedkarên tenduristiyê li me vegeriyan û ev ji bo me pir girînge.”
‘EM HEWL DIDIN PIŞTEVANIYÊ ZÊDE BIKIN’
Ûçer, anî ziman ku ew dixwazin piştevaniyê zêde bikin û wiha bilêv kir: “Jinên ku tiştên cuda daxwaz kirin hebûn. Gelek jinan xwestin ku di şaredariyan de navendên piştevaniyê yên jinan zêdetir bibin û di vî warî de daxwazên wan çêbûn. Bi hinceta şewbê divê bergiriyên li dijî tundiya li ser jinan hatine girtin, neyin paş guh kirin. Derbarê rewşa jinên di stargehan de em bi tu awayî nikarin agahiyan bigirin. Jinên ku dizanîn wê zilamê tundî li wan kirine vegerin malên xwe, dema xwestin biçin malên stargehan, wê nekarin biçin. Wê kes wan negire malên stargehan. Derbarê jinên di stargehan de gelo bi vîrûsê ketine yan na tu agahî tuneye. Hevalên me yên hiqûq nav ji bo vê ketin nava hewldanan, lê tu agahî bi dest nexistin. Bi kurtasî, jin di vê pêvajoyê de wê nekare hem li malê û hem jî li konê bijî. Yanî ji jinê re tê gotin ku ‘Di fitrata we de mirin heye.’ Ev yekê teqez qebûl nakin. Ji bo ku qanûn bên bi cih anîn divê em tiştekê bikin û emê bikin.”
‘DEWLETEKÊ KU DÛRÎ JINAN DISEKINE HEYE’
Uçar, dest nîşan kir ku li gorî daniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, par ji sedî 73 jinên hatin kuştin di malan de hatine kuştin û wiha axivî: “Wezîrê Karê Hûndir rewşê baş dizane. Lê ligel vê jî bergiriyên divê bên girtin nagire. Qanûnan bi cih nayîne û ji jinan re dibêje ‘mirin.’ Li gorî Soylû, ev dewlet ‘dewleteke civakîye.’ Lê di rastiyê de ev dewlet pir dûrî jinan disekine. Ji bo vê pêşnûmeyê berî her tiştî divê pergal bêsererast kirin. Di demên krîzande pergala heyî teşhîr dibe. Dewletê xwe paşve kişand, peyam da û pere xwest. Ger em dixwazin pergalê biguherînin, wê demê ev dem dema pêşîlêgirtina tundiyê ye. Dema tundiya aborî û qirkirina girseyiye. Divê ev baş bên dîtin. Em mafê xwe yê paratinê daxwaz dikin. Em Hevpeymana Stenbolê dixwazin. Em dixwazin ku qanûna hejmara 6284’emîn bê bi cih anîn. Divê bi awayekê lezgîn xetên piştevaniya jinê bên avakirin. Em dixwazin agahiyên zelal ji malên stargehan bigirin.”
MA / Zemo Aggoz