Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê

  • jin
  • 17:24 8 Adar 2020
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê li bajarên Şehba, Qamişlo, Reqa, Hesekê û Minbiçê kom bûn û şahî li dar xistin. Jinan di şahiyê de diyar kirin çirûska ku jinan pê xistiye, venamire û tevahiya cîhanê ronî dike. 

Bi hezaran jin li bajarên Qamîşlo, Şehba, Minbiç, Heseke, Kobanê, Reqqa û gelek navendên din kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. 
 
ŞEHBA
 
Ji saetên sibehê de şahiya Roja Jinan a Cîhanê li gundê Meret El-Mislimiyê yê girêdayî navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest pê kir. Piştî axaftinan Koma Şehîd Mizgîn a girêdayî Hîlala Zêrîn a girêdayî Şehba stran, Koma Şehîd Barîn şano bi sernavê "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ku der barê tundiya li dijî jina û çawaniya şikandina sîstemên desthilat ên li hember azadiya jinan, pêşkêş kirin. Tîma Şehîd Viyan Soran a girêdayî Hîlala Zêrîn dîlan gerand, li aliyekî din endama Tevgera Hîlala Zêrîn Romîna Seydo li kemanê da.
 
Di şahiyê de nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xwendin. Piştre ji rêveberên Yekitiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Narîman Hisên axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir. Narîman wiha got: "Çirûska ku jinan pê xistiye venamire û tevahiya cîhanê ronî kir. Berxwedana jinan ne hêsan bû û heta niha jî rastî cureyên şîdet û kuştinê tê. Ji ber vê yek jî 8`ê Adarê qonaxeke girîng a têkoşîna ji bo mafên jinan e." 
 
Endama koordînasyona Kongreya Star li Şehbayê, Zelûx Reşîd ji nameya Kongreya Star xwend diyar kir ku birêxistinbûna civakê dûrî bandora sîstemên desthilatdar hate kirin. Şahî bi stranên Koma Şehîd Mizgîn a girêdayî Kevana Zêrîn û bi dirûşmeyên "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" berdewam kir. Şahî bi pêşkêşkirinên komên Şehîd Hêva û Berçem bi dawî bû.
 
KOBANÊ 
 
Bi hezaran jinên bajarê Kobanê beşdarî şahiya Roja Jinan a Cîhanê bûn. Şahî li Qada Jinan a Azad bi beşdariya jinên herêma Firatê li dar ket. Qad bi al, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên û alên Kongreya Star hat xemilandin. Di şahiyê de berdevka Kongreya Star a Kobanê Zehra Berkel axivî û 8’ê Adarê li tevahî têkoşer û jinên cîhanê pîroz kir. Zehra Berkel wiha axivî: "Ji vir,  ji Qada Jinan a Azad ji bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê vê boneyê li tevahî jinên azad û cîhanê pîroz dikin û tevahî şehîdên azadî û berxwedêr bi bîr tînin."
 
Zehra anî ziman ku wan hemûyan berxwedana wêrek a jinan li hember rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bilî wê komên terorîst ên dîtir dît û got: "Îro jî ev berxwedan li dijî terora dewleta Tirk a ku di kesayeta şehîd Hevrîn Xelef de hatiye sepandin berdewam e ku jinan beriya her tiştî hedef digire. Jinan roleke girîng û têkoşer di tevahî aliyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst."
 
Piştre berdevka Akademiya Civaka Demokratîk Felek Yûsiv nameya YPJ’ê xwend û got: "Hê jî jin di zilmetiyê de jiyan dikin ku li tevahî cîhanê rojane destdirêjî lê tê kirin. Lê belê jina li vir di oxira rizgarkirina tevahî jinan ji kelepçeyên radîkalî de li ber xwe didin. Jin gihîşt têkoşîn xwe û ji nû ve vegerî rastiya cewhera xwe. Îro vê cehwerê bi rêya xwesepandina jinan di şer û aştiyê de dijîn."
 
Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmalî axivî û got: "Tevahî têkoşer û beşdarên di vê rojê de silav dikin. Her wiha ji wan re dibêjin ku erê ji azadiyê re, erê ji vînê re, erê ji şikandina kelepçeyên serdemên taritiyê re. Bi navê kantona Girê Spî ya dagirkirî dibêjin; dewleta Tirk a dagirker jin û zarok beriya mêran koçber kir. Ji ber ku ji wan ditirse."
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Firatê Lemîs Abdullah û endama rêvebera a Asayîşa kantona Kobanê Feryaz Misto li ser destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de axivîn. Şahî bi pêşkêşkirina Koma Hîlala Zêrîn a stran, şano û dîlanê bi dawî bû.
 
QAMIŞLO 
 
Li Qamişlo şahiya Roja Jinan a Cîhanê, di saetên serê sibê de dest pê kir. Şahiyê li kantona Qamişlo bi beşdariya bi hezaran jinên kantonê yên Kurd, Ereb û Suryan şahiya Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest pê kir. Ji saetên sibehê de bi sedan jinên kantona Qamişlo ji tevahî pêkhateyan da ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin, berê xwe da Bendava Mizgeftê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantonê. Şahî bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest pê kir. Di şahiya îsal de, beşdariya tevahî jinan bi cilên folklorîk ên ku nîşaneya her pêkhateyekê ne, ku dîrok û çanda her pêkhateyekê nîşan didin.
 
Şahî bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên dawîn ên der barê jinan de, piştre bi xwendina nameya jinan a ji tevahî pêkhateyên kantona Qamişlo bi zimanên kurdî, erebî û suryanî dest pê kir. Di çalakiyên girseyî de dayik, hevjîn û zarokên şehîdan hatin xelatkirin. Çalakiyên şahiyan ên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li herêma Cizîrê û Reqa, Şehba û Minbicê bi beşdariya jinên Kurd, Ereb û Suryan bi cilên folklorîk bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" û bi stran û dîlanên ji tîmên Kurd, Ereb û Suryanî bi dawî bû.
 
HESEKÊ
 
Li Hesekê şahiya 8`ê Adarê bi beşdariya bi hezaran ji jinan dest pê kir. Bi beşdarbûna bi hezaran jinên ji pêkhateyên kantona Hesekê, şahiya 8`ê Adarê li bajarokê Til  Bêdir dest pê kir. Şahiyê bi rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Bi hezaran jinên kantona Hesekê, hevseroka Kantona Hesekê Semir Abdullah û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûne. Cihê şahiyê, bi al û sembolên kurdî, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û YPJ`ê hate xemilandin. 
 
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan cilên folklorîk li xwe kirin. Di şahiyê de nameya rêber Abdullah Ocalan bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin. Ji wê zêdetirî jî daxuyanî bi 3 zimanên fermî; kurdî, erebî û suryanî hat xwendin. Piştre gelek tîmên li kantona Hesekê hunerên xwe ji dîlanên folklorîk ji hêla Tîma Tolhildanê û pêşkêşkirina tîma Şehîd Sakîna ya stranê, pêşkêş kirin. Li dawiyê YPJ û endamên Heyva Sor a Kurd li bajarokê Til Timerê hatin xelatkirin. Şahî bi govendê bi dawî bû. 
 
REQA
 
Çalakiya Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Reqayê li Firqeya 17’an a bakurê Reqayê bi stranên huner û şanoyê bi dawî bû. Şahiya ku Rêveberiya Jinan ku li qada Tebqa û Reqayê  li dar xistiye, bi stranên şoreşgerî û hunerên gelêrî berdewam kir. Her wiha Komîteya Çand û Hunerê ya Reqa û Tebqayê hunerên xwe pêşkêş kirin. Çalakiya Roja Jinan a Cîhanê ya li Reqayê bi pêşkêşiyên hunermend Rohilat Botan û Yasmîn El-Esker ên stranên kevn bi dawî bû. Stranên van her du hunermendan li ser mîrasa gel, berxwedana têkoşeran, stranên li ser Efrîn, Sûriyê û QSD’ê bûn. Piştî tîma Tebqa şanoyek der barê lêgerîna azadiyê pêşkêş kir, dûre Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê bi navê Tîma Weter stran pêşkêş kirin. Çalakî bi dîlan û stranên gelêrî bi dawî bû.
 
MINBIC
 
Ji seatên sibehê de girseya jinan ji Çerxerêya Amil El-Nezafê dest bi meşa ber bi qada Meclisa Edaleta Civakî ya rojavayê bajêr ve kir. Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Hevrîn Xelef stran û muzîk, Koma Şehîd Canfeda dîlanên folklorîk, Koma Rojhilat a Kobanê dîlanên folklorîk û Koma Amara ya Minbicê stran pêşkêş kirin.
 
Çalakî bi stran û dîlanên folklorîk û gelêrî bi dawî bûn.