Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn

  • jin
  • 14:12 7 Adar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Êlihê û Şirnexê bi dawî bûn. Jinan ji bo tevlîbûnên mîtîngan ev bang kirin: "Bi rihê Asya, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan em jinan vedixwîn in mîtîngên 8'ê Adarê."

Fînala çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku berî demekê li Şirnexê starta wê hat dayîn, dê li Qada Newrozê ya Silopî bi lidarxistin mîtîngê bê dayîn. Ji bo mîtîngê destûr hat girtin. Mîtîng wê sibe saet 11.00'an bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bê lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven wê beşdarî mîtîngê bibe. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Sîlopî Adalet Fîdan, Aktivîsta TJA'yê Siyajin Bûlûttekîn û Seroka Kîmîteya Amadekar a Mîtîngê Guler Tunç, hemû jin vexwendin qada mîtîngê.
Endama TJA'yê  Siyajîn Bûlûttekîn, bang li jinan kir ku bi kincên xwe yên herêmî beşdarî mîtîngê bibin û got: "Jin li her derê ji bo cîhanek azad û aştiyane bedel didin. Divê jin li dijî vê zilma serdest dengê xwe bilind bikin û li dijî tundiyê, tacîzê û tecawîzê biqîrîn."
 
‘JI BO JIYANEK WEKHEV'
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî, anî ziman ku ew di çarçoveya 8'ê Adarê de xwe gihandin bi hezaran jin û wiha got: "Ji bo 8'ê Adarê hêvî û armancên me hene. Armanca me ya sereke zextên li ser bedana jinê rakirine. Werin em bi hevre li dijî tacîz, kuştin û tecawîzên jinan dengên xwe bilind bikin. Em weke jin dixwazin peyamên girîng bidin civak û pergalê. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Ji ber vê jin wê bi coşa xwe dakevin qadann. Em jinên Botanê, emê bi tilîlî, coş û kincên xwe yên herêmî li qadan bin."
 
DESTÛRÊN PÊWÎST HATIN GIRTIN
 
Hevşaredara Sîlopî Adalet Fîdan jî, 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir û ev bang li jinan kir: "Emê bi hemû jinan re 8'ê Adarê pîroz bikin. Me destûrên pêwîst girtin. Mîtînga li Sîlopiyê mîtînga herêmê ye. Em hemû jinên Botanê vedixînin mîtîngê. Emê bi hemû coşa xwe qada mîtîngê tije bikin."
 
‘BI RUHÊ ASYA, SÊVÊ, PAKIZE Û FATMAYAN...' 
 
Seroka Komîteya Alîkar a Mîtîngê Guler Tunç jî, dest nîşan kir ku wan hemû amadekariyên xwe yên li qada mîtîngê bi dawî kirin wiha bilêv kir: "Emê mîtînga 8'ê Adarê bi reng, tilîlî û kincên xwe yên herêmê li dar bixin. Di sala 2019'an de me mîtînga xwe bi dirûşmeya 'Bila tecrîd rabe, Leyla bijî' pêk anîbû. Emê mîtingiya xwe ya îsal jî bi şîara 'bi ruhê Asya, Sêvê, Pakîze û Fatmayan' li dar bixin. Jinên Botanê wê bi rihê Asya, Sêvê, Pakîze û Fatmayan qada mîtîngê tije bikin."
 
ÊLIH 
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, wê sibe mîtîngea 8’ê Adarê bê lidarxistin. Meclîsa jinê, ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li jinan kir. Mîtîng wê li kêleka xaçerêya Parka Jinê ya 8’ê Adarê ya li Taxa Kultur, saet 12.00’an dest pê bike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz wê beşdarî mîtîngehê bibe û hunermend Rûken Yilmaz û ekîba Kolektîfa Rîtmên Azad dê derkevin ser dikê. Amadekariyên mîtîngê bi hemû leza xwe dewam dikin. 
 
Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Albay, diyar kir ku sala 2019’an ji bo wan sala têkoşînê bû û wiha got: “Di sala 2020’an de jî emê vê têkoşîna xwe bi ser bixin. Ji bo ku em ji komkujiyên jinan re bêjin ‘êdî bese’ em ê qadan tije bikin. Em hemû jinan jî vedixwînin mîtînga ku dê sibe bê lidarxistin.” 
 
SÊRT
 
Jin wê li Sêrtê jî, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, saet 11.00’an li Parka Girê Keçan şahiyekê li dar bixin. Hunermend Yasemîn Goksû û Mîzgîn Ozdemîr wê di şahiyê de derkevin ser dikê.