‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'

  • jin
  • 09:23 7 Adar 2020
  • |
img

AMED  – Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku hevşaredarî nîrvanayeke û got, divê jinn tirkiyeyî hemû xwedî li vê pergalê derkevin û bi mafê temsîliyeta wekhev di nav siyaset û jiyanê de cih bigirin. 

Li Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê, ewilî di sala 2007'an de di dema Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de pêk hat. Piştî têkoşîneke dûr û dirêj di warê qanûnî de jî di sala 2014'an de jî hat qebûlkirin. Piştî vê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 2014'an de pêk anî. Lê belê niha Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta pergala hevserokatiyê şaredaran ji peywirê digire. Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, pergala hevserokatiyê nirxand. 
 
‘WÊ JIN TU CARÎ DEV JI PERGALA HEVSEROKATIYÊ BERNEDIN' 
 
Nergîz ku di 17'ê Cotmeha 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û paşê qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, piştî mehekê bi şertê nikaribe biçe derveyî welat hatibû berdan. 
 
Nergîz, diyar kir ku ev pêkanîn li hemberî pergala hevserokatiyê hatine kirin û got, di têkoşîna jinan de cihê pergala hevserokatiyê cihekî mezin e û wê jin tu carî dev ji vê dstkeftiya xwe bernedin. 
 
Nergîz, destnîşan kir ku ji roja ku pergala hevserokatiyê bi hilbijartinê ketiye meriyetê, gelan ew qebûl kiriye û got, gelê Nisêbînê jî di hemû qadên jiyanê de pergala hevserokatiyê pêk aniye. 
 
Nergîz, anî ziman ku di bin êrîşên îqtîdarê yên li dijî pergala hevserokatiyê de polîtîkayên dijiminatiya jinê dikin hene û got: "Polîtîqayên îqtîdarê yên ku jina tune dihesibîne, dixwaze ji civakê dûr bixe li holê ne. Me gotibû pergala hevserokatiyê di têkoşîna jinê de nîrvanayek e û em wê diparêzin. Pergala hevserokatiyê zorê nade pergala îdarî. Çima bi we zor tê ku hûn jin û mêr wekî hevserok binirxînin? Pergala hevserokatiyê, di têkoşîna jinê de destkeftiya jinê ya ji o jiyanê ye. Em siyasetmedarên jin, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnas em ê li qadên jiyanê hemûyan pergala hevserokatiyê biparêzin." 
 
‘NAXWAZIN JIN DAXILÎ QADA SIYASÎ BIBE' 
 
Nergîz, destnîşan kir ku îqtîdar tim û tim dixwaze pergala hevserokatiyê krîmînalîze bike û got: "Partiya me ji bo jin temsîliyeta xw ebikin pergala kotayê anî. Pergala hevserokatiyê, ji pergala kotayê jî wêdetir e. Em behsa temsîliyeta wekhev dikin. Kîjan partî diwêre vê yekê bike? Li dijî vê derdikevin ku jin nikaribin daxilî qada siyasî û civakê bibin. Armanca helwesta dijî vê pergalê ev e." 
 
Nergîz, anî ziman ku lê belê wan hewldanên ku dixwazin jinê ji siyasetê dûr bixin pûç kirine û got: "Dibêjin qey siyaset tenê qadeke ji bo zilama ye. Heta ji destê wan tê jinê jê dûr dixin. Lê em ê biparêzin. Di qada legal de, em ê bi zimanekî legal, bi çalakiyêna ktivîstî, bi her cure rêbazên têkoşînê vê yekê biparêzin. Bi rastî jî heger tê xwestin ku jin bihêz bibe, divê ev model li qadên jiyanê hemûyan pêk bê. Lê heger rabin bi awayekî dijqanûnî û nerewa nêz bibin, qethiyen em ê vê yekê qebûl mekin." 
 
Nergîz, destnîşan kir ku ne tenê HDP û jinên kurd, divê her jin hemû xwedî li vê pergalê derkevin û got, divê jinên tirkiyeyî hemû xwedî li vê pergalê xwedî û bi mafê temsîliyeta wekhev di nav siyaset û jiyanê de cih bigirin. 
 
‘PERGALA SERDEST A MÊRÎ PERGALA XWE FERZ DIKE' 
 
Nergîz, bal kişand ser tayinkirina qeyûman jî û got: "Şaredarî û saziyên me yî jinan ên naveroka wan hatine valakirin nîşaneya çi ne? Pergala serdest a mêrî pergala xwe ferz dike. Dixwaze bi sazîbûyînê temenê xwe dirêj bike. Lê heger em dixwazin ev temen kin beî bexwe divê em bi destê hev bigirin. Divê em vê pergala ku hatiye ceribandin û encam jê hatine girtin biparêzin."
 
‘QEYÛM DIJMINÊ JINA NE' 
 
Nergîz, ji bo tayinkirina qeyûman jî got darbeya li dijî vîna gel e û wiha pê de çû: "Em jinên hatine hilbijartin, tayinkirina qeyûman wekî darbeya li dijî destkeftiyên jina, rêxistinbûyîna jina û vîna gel dinirxînin. Qeyûm, erka dewletê, hêza dewlet ya li dijî demokrasiya herêmî ye. Qeyûm, li dij destkeftiyên me, li dijî jinê û polîtîkayên me yên gelparêz e. Helbet gava tiştekî îllegal hebe, rêyên wê yên qanûnî hene. Lê ev nehat terîchkirin. Rabûn hevşaredar dûr xistin û qeyûm tayin kirin."
 
Her wiha Nergîz, bal kişand ser şidet, taciz û tecawizên li dijî jin û zarokan jî û got, ew parêzvanên mafên jinan ew ê li her derî dengê xwe bilind bikin û tu carî tiştên tên ferzkirin qebûl nekin û têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Gulîstan Dînç