Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî

  • jin
  • 17:12 29 Sibat 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Meclîsa HDP'ê û TJA'yê li Şirnexê starta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê dan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnexê starta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê dan. Çalakî li Avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Pankarta bi nivîsa "Em serîhildanê bi rêxistin dikin, em ji bo azadiyê dimeşin" hat vekirin. Rêvebera HDP'ê Zozan Aksu axivî. Zozanê bal kişand ser zextên li jinan tên kirin û wiha got:"Em ê di navber 1 û 5'ê Adarê de li Hezex, Silopiya û Cizirê bi jinan re bên gel hevdu. Ew ê di 8'ê Adarê de bi beşdarbûna Leyla Guven li Silopiyayê mîting bê lidarxistin."
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku ew di meha biharê de 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha got:"Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Zimanê me û gelê me di bin zextan de ne. Em ê tevî zextan û polîtikayên asîmîlasyonê û tecrîda li ser Birêz Ocalan 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
 
Nûranê bal kişand ser agirê ku bi 27'ê Sibatê de bi Girava Îmraliyê ket û wiha got:"Divê demildest bê hiştin ku malbat û parêzerên Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin."