Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin

  • jin
  • 09:23 15 Kanûn 2017
  • |
img

SEMSÛR - Ayşegul Yucetaş piştî hat îxrackirin, dikana kulîlkan vekir û debara xwe dike. Yucetaş da zanîn ku hikumetê bi hinceta dijberê "perwerdeya olî" ne ew ji mamostetiyê îxrackirine, lê belê ew ê tu carî serî netewînin.

Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re û bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) re, Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Semsûrê Ayşegul Yucetaş ji kar hatibû îxrackirin. Yucetaş li ser Kolana Yahya Kemal a Taxa Haciomerê dikana kulîlkan vekiriye û pê debara xwe dike.
 
Yucetaş da zanîn ku hikumet dixwaze wan bi birçîbûnê terbiye bike û ev tişt got: "Min 10 salan mamostetiya perwerdeya bedenê kir. Min xwest bi vekirina vê dikanê berxwedana li dijî hikumetê bidim nîşan. Ji derveyê kulîlkan, ez teraryum, nexşên deriyan, selikên kulîlkan jî çê dikim."
 
‘EM LI PEY NIRXÊN XWE NE’
 
Yucetaş diyar kir ku beyî ku tu parastinekê bike, bi awayekî derhiqûqî hatiye îxracirin, bi salan e li dijî derbekar û derbeyan di warê sendîkayî de têdikoşin û wiha domand: "Lê piştî hewldana derbeyê, hikumetê ev veguherand firsendekê, xwest muxalefeta li dijî xwe bitepisîne. Ji bo şer raweste me bi hev re li dijî hemû neheqiyan çalakî pêk anîn û sedema îxracê têkoşîna me ya li dijî şer e."
 
‘DIXWAZIN PERWERDEYA OLDARÎ BI PÊŞ BIXIN’
 
Yucetaş destnîşan kir ku bi KHK'yan polîtîkaya ku nikaribûn pêk bînin, dixwazin pêk bînin û domand: "Em kedkarên cemaweriyê bi salan li dijî polîtîkayên xelet ên hikumetê me dengê xwe derxist. Me hemû polîtîkayên wan ên xelet ên der barê perwerdeyê de rexne kir. Armanca wan ew e dengê li hemberî xwe bitepisînin. Me heta niha da nîşan ku em ê serî ji wan re netewînin."
 
‘NIKARIN BI MEAŞEKÎ ME TERBIYE BIKIN’
 
Yucetaş aşkera kir ku dewlet nikare wan bi meaşekî terbiye bike û ev tişt anîn ziman: "Em ê bi tu awayî çong neşkînin. Me di her platformê de anî ziman. Nikarin me bi meaşekî terbiye bikin. Niha sendîkaya me di warê aboriyê de alîkariyekê dide me. Bi vî awayî bûye mînakek li Tirkiyeyê. Ji bo em li jiyanê bimînin, em li ser piyên xwe disekinin. Gelek hevalên me bi derfetên xwe îro karê xwe bi xwe ava kirin. Ez jî li dikana kulîlkan aboriya xwe saz dikim. Kêm be jî li vir têdikoşim." 
 
‘DIXWAZIN JINÊ JI JIYANÊ QUT BIKIN’
 
Yucel destnîşan kir ku têkoşîna wan di heman demê de li dijî şideta li ser jinê ye û ev tişt gotin: "Em jinên sendîkayî bi awayekî cidî têkoşiyan. Ji bo jin di hemû qadên civakî de cih bigirin, em têkoşiyan û em ê vê têkoşînê dewam bikin. Hikumetê bi taybetî xwest jiê ji hilberînê qut bike û jin hedef girtin. Hevrêyên me bi serbilindî li ber xwe didin. Ji derveyê min esnafeke jin li taxê tune. Destpêkê hebekî bi wan ecêb hat. Lê ji ber hurmeta ku em nîşanî kedê didin bi demê re hîn bûn. Ev ji bo jinan giştî bû mînak."
 
Yucetaş der barê karê kulîlkan de jî ev tişt anîn ziman: "Ez kulîlkan dişibînim zarokan. Her zarok çawa taybet be, her kulîlk jî wisa taybet e. Ez hezkirina xwe ya ji bo zarokan (behsa xwendekarên xwe dike) bi kulîlkan vedibêjim."