‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'

  • jin
  • 09:02 23 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Derûnas Bûrcû Soyak, rewşên derûnî yên dibin sedema cinayetên jinan nirxandin û got: "Tevdîrnegirtina ji bo cinayetên jinan, ji ber pergala patrîarkalê ye ku naxwaze îktîdar ji dest derkeve". 

Derûnas Bûrcû Soyak cinayetên jinan û rewşa derûnî ya dibin sedema van cinayetan nirxandin. Soyak, ji bo zêdebûna cinayetan bal kişand ser nehwekheviya zayendî û civakiyî û hegemonyaya patrîarkal. Soyak, bibîr xist ku li Tirkiyeyê hema bêje rojê du jin tên kuştin û ev yek ji ber tawanbarkirina jinê pêk tê. Soyak, got: "Tevdîrnegirtina ji bo cinayetên jinan, ji ber pergala patrîarkalê ye ku naxwaze îktîdar ji dest derkeve". 
 
Soyak, bal kişand ser têgiha mêrîtiya hegemonîk jî îktîdar bi her awayî li ser asasê mêrîtiyeke ku li ser jinê kedxwariyê dike ava bûye û got, ev yek ji bo awayên şidetê hemûyan jî derbasdar e. 
 
‘WÊ CINAYET VEGUHERIN TIŞTEKÎ ASAYÎ' 
 
Soyak, ji bo rewşên wiha ku di çapemeniyê de wekî "cinayeta evînî û hezkiriyê" tê gotin got: "Helbet, tu eleqeya cinayetê bi hezkirinê tuneye. Ên vê dikin baweriya xwe bi newekheviya mêrî tînin û mafê pêkanîna her tiştî di xwe de dibînin. A rast rewşeke dînîtiyî tuneye, araq û tiryak wekî hincet tên nîşandan. Ev ne cinayeteke evînê ye jî, ev hatiye hilbijartin. Mêrê ku dikuje, wê kêliyê zihna xwe nagire û mafê kuştina jinê di xwe de dibîne. A rast mirov dikare vê şideta mêran di çarçoveya bindestan û kedxwaran de wekî newekehviyekê şîrove bike. Azweriya xwedîbûnê heye. Her wiha dilê jinê jî dikeve mêr, lê ranebe nakuje. Di nav wê pergala hiyerarşîk de heta ku jin wî mafê kuştina mêr di xwe dibîne, mafê xwe yê parastinê jî bi zor di xwe de dibîne. Di têkiliyên jin û mêran de gotineke heye; 'an tu ya min î an jî ya axa sar'. Ji vê gotinê jî tê fêmkirin ku gava tê gotin pêşî mêr tê bîra mirov. Ev jî tê wateya ku mêr ji jinê re dibêje, 'Tu metayek î, ez di ser te re me. Tu jin î, ne azad î. Divê ji bin kontrola min dernekevî. Çimkî îktîdarî bi min re ye, ez mêr im, ez bi vê nasnameyê heme nikarim dev ji vê nasnameyê berdim'. Yanî ev ne ji ber dildariyê ye. Bi her awayî ji ber newekheviyê, ji ber îktîdarê ye". 
 
Soyak, destnîşan kir ku heta di warê polîtîk de tevdîr neyên girtin wê cinayet her wekî tiştkî asayî bin û got: "Berê dewletê rêjeya cinayetên jinan dida. Lê gava cinayetên jinan zêde bûn, hew da. Em dizanin, cinayetên jinan zêde bûne û hîn jî zêde dibin. Sedema vê domandina pergala patrîarkal e. Heta ev pergal dewam bike, heta xebatên ji bo zayendiya civakiyî bên astengkirin, heta di warê polîtîk de hin tevdîr neyên girtin wih wiha be. Di rewşên wisa de dewlet darvekirinê dixe rojevê û bi nêzîkatiyeke ji çareserkirinê dûr dixwaze berpirsisyariyê ji ser xwe bavêje. Halbûkî em dibînin, li welatên darvekirin heye bê rêjeya cinayetên jinan çi ye. Tenê çareyek heye, divê sazî hemû newekheviya zayenda civakiyî veguherînin hilberîneke polîtîk".